Li Elmanyayê kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê hatin bibîranîn
Li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd hatin bibîranîn.
Li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd hatin bibîranîn.
Kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bi merasîmekî hatin bibîranîn.
Bîranîn di şexsê Emîne Erciyes (Nazlı Taşpinar), Zenda Bermal (Zîlan Elodie Şahin), Mordem Çewlîk (Bulut Kîşîn), Rohat Roverî (Azad Akinci) û Devran Mizgîn (Ozgur Sayak) de ji bo hemû şehîdên azadiyê, bi organîzasyona Komaleya Malbatên Şehîdan (KOAW) û Tevgera Jinên Azad a Ewropayê (TJK-E) pêk hat. Gelek kes û nûnerên saziyên demokratîk ên Kurd ên li Elmanyayê tevlî bîranînê bûn. Salona bîranînê bi wêneyên Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên şehîd hat xemilandin. Her wiha ji bo Şehîdên Meha Cotmehê kuncika wêneyan hate amadekirin.
Bîranîn bi deqîeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre xwişka Riza Altûn, Zohre Altûn bal kişand ser mîrateya şehîdên şoreşê û wiha got: “Hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Temîneta herî mezin a şoreşan şehîd û malbatên şehîdan in. Şehîdên me mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Mazlûm dema li girtîhehê bûye, bi genaralekî re axivî ye, di dema nîqaşê de jê re gotiye, ‘Xwezî zarokek min ê wekî Mazlûm hebûya. Zarokekî ku wiha gel û welatê xwe diparêze..’ Dijmin jî rêzê dabû.”
Altûn, di berdewamiya axaftina xwe de qala jiyana têkoşînê ya Riza Altûn kir. Piştre malbatên Mordem Çewlîk, Rohat Rojevî û Devran Mizgîn jî derketin ser dîkê û şehîdan bi bîr anîn.
Li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî axivî û wiha got: “Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Efsaneyên me di rêya azadiyê de berdêlên giran dan. Heval Riza, Fûat, Emîne û hemû şehîdên me yên din… Bi taybet meha Cotmehê sembola têkoşîna azadî û berxwedanê ya jinên Kurd e. Azîme, Zeynep, Meryem û bi dehan hevalên me yên din, bi qehremanî derbasî dîrokê bûn. Ev rêya ku bi Hekî Karer destpê kir, bi hevrêyên Rêber Apo re efsaneyan afirand. Ew dîroka berxwedanê ya gelê Kurd û jinên Kurd nivîsandin.”
Li ser navê TJK-E’yê jî Zîlan Serhed mafê axaftinê girt û îşaret bi mîrateya têkoşînê ya şehîdan kir. Serhed wiha got: “Windahiya şehîdên me her tim êş û xemginiyekî mezin çêkir. Lê qehremanî, çanda berxwedanê û têkoşîna wan ji bo me dibin moral û ronahî. Em bi van bîranînan li ser piyan dimînin û li ber xwe didin. Rêber Apo her tim xwedî li şehîdan derket û bîranîna wan esas girt. Îro têkoşîn bi saya fedakariya wan hat vê qonaxê.”
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser têkoşîna kadroyên pêşeng hate pêşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.