BI DÎMEN

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanyayê hate berdan

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku sala 2021'ê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê hate binçavkirin û girtin, piştî 3 salên girtîmayinê ji Girtîgeha JVA Heilbronnê hate berdan.

Abdullah Ocalan ku ji 11'ê Gulana 2021'ê ve li girtîgehê girtî bû, piştî ku hate berdan li ber girtîgehê ji aliyê piştevanê xwe ve bi çepik û kulîlkan hate pêşwazîkirin. Piştî merasîma pêşwazîkirinê derbasî Komeleya Ciwanên Elman bû.

Abdullah Ocalan li vê derê axaftineke kurt kir û têkildarî berdana xwe got, "Derketina min a ji girtîgehê bi rengekî şexsî cihê kêfxweşiyê jî be, di serî de Rêberê me hîn gelek hevalên me bê sûc girtî ne. Ji ber vê yekê jî kêfxweşiya min jî kêfxweşiyeke şikestî ye."