ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Hunergeha Welat bi straneke nû bal kişande ser çekên kîmyewî
Hunergeha Welat a li Rojavayê Kurdistanê xebatên çand û hunerê birêve dibe, bi berhemek nû balê dikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla û Rojavayê Kurdistanê. -
Klîba hunermendên Kurd a ji bo 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn
Hunermendên Kurd, ji bo bîranîna 17 gerîlayên ku di êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, klîbek amade kirin. -
Ji bo sala 50'emîn ya PKK'ê stranek hate amadekirin
Koma Amara ji bo têkoşîna 50 salî ya PKK'ê stranek nû bi navê "Gerîla me" amade kir. -
Li Baselê Şevbêrka Dengbêjan hate lidarxistin
Navenda Çandê ya Med a li Swîsreyê li bajarê Baselê Şevbêrka Dengbêjî lidar xist. -
Kanîwar: Em ê zarokên Kurd ji muzîkê bêpar nehêlin
Ji damezrînerên Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar qala akademiyê kir û got, armanca wan ew e ku zarokên Kurd ji muzîkê bêpar nehêlin. -
Hejmara Mijdarê ya Stêrka Ciwan hat weşandin
Kovara ciwanan Stêrka Ciwan bi manşeta “Bi têkoşîna Sara û Rûkenan, em ê teqez bi ser bikevin” hejmara xwe ya nû derxist. -
Hejmara nû ya kovara Xwebûnê derket
Hejmara nû ya kovara Xwebûnê ku sê mehan carekê tê weşandin, gihîşt ber destê xwendevanan. -
Hîlala Zêrîn rengê jinên Mezopotamyayê derdixîne pêş
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn li ser esasê pêşxistina çanda jinên Mezopotamya û Kurdistanê dixebitin û bi di wê baweriyê de ne, wê jin bibin pêşenga civakên xwe. -
Li Swîsreyê çalakiyên çanda Kurdan didome
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê di serdema nû de çalakiyên xwe yên çandî didomîne. -
Belgefîlma ‘Girtî yan jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
Belgefîlma ‘Girtî yan jî Sirgûn’ ku pêvajoya piştî qirkirina siyasî pêş ket vedibêje, li Bernê hate pêşandan. -
Komuna şanoyê dibe dengê gel
Komuna Şanoyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku hunermendên xwe perwerde dike, şahî û êşa gel parve dike û dibe dengê wan. Komunê heta niha 108 şanoger perwerde kirine. -
Her folklorek, çîrokek e
Komuna Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêxistina xwe li 20 bajarên cuda folklorê digihîne nifşên nû. Îbrahîm Hemê destnîşan kir ku folklor ne tenê reqseke ji rêzê ye û got, "Hûn dikarin bi folklorê ji gel re behsa çand û şoreşa xwe bikin." -
Stranek din a berxwedanê ya gerîla: 'Cenga Kurdistan'
Gerîlayên ku li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan dan, ji bo vê berxwedanê klîbeke nû çêkirin. -
Bi rêya wêneyan xwe nas kir
Lîloz Hecî di 6 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kir. Dibêje ku wê bi wêneyan jiyan û hunera xwe keşif kiriye. -
Derhêner Argentîerî xelata xwe diyarî gelê Rojava kir
Derhênera Îtalyayî Benedetta Argentîerî ku di Mîhrîcana Fîlman a 32’yemîn de xelat wergirt û got: “Ez vê xelatê dikim diyarî ji bo gelê wêrek ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her roj ji aliyê dewleta Tirk ve bi balefirên bêmirov ên biçek tê qetilkirin.“ -
Li ser çîroka Evdalê Zeynikê şano hate amadekirin
Koma Şano ya Çiyê li ser çîroka Evdalê Zeynikê lîstikek amade kir. Lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî tevlî şanoyê bûn. -
Fîlmê 'Rev' tê nîşandan
Fîlmê 'Rev' ku li ser reva jineke Êzidî ya dîlgirtî ji hovîtiya DAÎŞ'ê û lêgerîna azadiyê dinirxîne, li Festîvala Fîlman a Hambûrgê wê bê nîşandan. -
Wê pêşangeha ‘Dengê Azadiyê’ li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn
Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re, wê pêşangeha “Dengê Azadiyê” li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn. -
Berhemên girtiyan li Swîsreyê tê pêşandan
Berhemên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hatin pêşandan. -
ÛTAMARA kampa govendê lidar xist
Navenda Kombûna Jinê ya Ûtamara bi dirûşma "Em bi çanda xwe nasnameya xwe nas bikin" kampeke perwerdeya govendê ya ji bo 3 rojan lidar xist. -
Li Berlînê fîlmê Dema Dirîreşkan hat pêşandan
Li Berlîna paytexta Elmanyayê, fîlmê “Dema Dirîreşkan” li salona Babylonê hat nîşandan. -
Di şanoyê de bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî
Di roja 3’emîn a Mihrîcana Şanoya Bajêr a Amedê de, bal hat kişandina ser bikaranîna çekên kîmyewî. -
Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê 5’ê Mijdarê dest pê dike
3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê di 5’ê Mijdarê de dest pê dike. -
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1'emîn destpê kir
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1'emîn bi hilatina rojê re li ser çiyayê Çilmêra yê Şengalê destpê kir. Festîval wê sê rojan dewam bike. -
Gulvedana Zembîlfiroş û Gulxatûnê
Rêşad Sorgul dibêje, wî gelek varyantên Zembîlfiroş kom kirine, hemû hûrûkûr xwendine, ji wan gişan çîrokeke nû bi awayekî beraqil hûnandiye.