ÇAND Û HUNER
Dokûmantera Vejîna Kurd a ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve, wê vê hefteyê beşa 'Rojên Rojhilata Navîn' biweşîne û qala serdemeke girîng bike.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 13’ê Îlonê tê lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever got, wê di festîvalê de îradeya xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di Festîvala Çanda Kurd a 1'emîn de bi hezaran kes li hev kom bûn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist.
Koma Awazê Çiya stranên xwe yên ji albûma xwe ya nû ya ‘Dara Jiyanê’ got û Cejna Vejînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîla re pîroz kir.
Komîteya Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) hunermenda şoreşger Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 33'an a şehadeta wê de bi bîr anî.
Hemû Nûçe
-
Li Şehbayê karê çand û hunerê
Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê, ku piştî dagirkirina Efrînê ji neçarî derbasî Şehbayê bû, li kampan jî karê xwe didomîne.
-
Hozan Comert: Huner neynîka civakê ye
Hozan Comert diyar kir ku muzîk û wêjeya Kurdî xwedî rabirdûyeke dewlemend e û got, muzîka Kurdî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî qirkirina çandê li ber xwe dide.
-
Diljen Ronî: Kêfa Kurdan wê ji Rock a Kurdî re were
Hunermendê Kurd Diljen Ronî ku bi rêbaza Pop-rock distirê, albûma bi navê "Xewna Derew" pêşkêşî guhdaran kir. Diljen Ronî got, "Kurdan dema ku li Rock a Kurdî guhdarî kirin wê kêfa wan jê re bê, ji ber ku bi zimanê wan ê dayikê ye."
-
Mîrateya Şêrko Bêkes bêkes hiştin
Serdem ku bi pêşengiya helbestvan Şêrko Bêkes ji bo ronakbîriya Kurd a li Başûr ava bû û çapxaneya xwe heye, kovar û pirtûkan çap dike, ev 4 sal in ji budçeyê bêpar tê hiştin. Mîrateya helbestvanê mezin ji holê radibe.
-
Derhêner Hûsson: Ocalan hêzê dide jinan
Derhênera fîlmê "Keçên Rojê" Eva Hûsson ku fîlmê wê li gelek welatên Ewropayê hate nîşandan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî û hêzê dide jinan. Hûsson her wiha got, cîhana rojava xiyanet li Kurdan kiriye û ev yek 'cihê şermê' ye.
-
-
Li dijî sînemaya elîtîst, sînemaya gelparêz
Bavê wî endamê Desteya Akademiya Sînemayê ya Kubayê ye. Ew bi xwe di nava Komuna Fîlman a Rojava de cih digire. Alberto Garcîa got, armanca wan afirandina sînemaya gelparêz e.
-
-
-
‘Agir û Av’
''Fîlmê ‘Agir û Avê’ dest pê kiribû. Salona Sînemaya Amûdê bibû dojeh û dişewitî. Di hundir de agir geş dibû asîmanê Amûdê reş dibû. Bêhna goştê biraştî dihat ji Amûdê''
-
-
'MED-DER hîmê bingehîn ê Platforma Zimanê Kurdî ye'
Hevserokên Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Mîne Karakaş û Mehmet Esen diyar kirin ku komxebata Platforama Ziman xebatek dîrokî ye û ev kar ji bo pêşvebirin û fermîkirina Zimanê Kurdî ye.
-
Wênekar Eken: Ez ê li vir bimînim!
Wênekarê Kurd Omer Eken li Şanoya Bajarê Amedê pêşangeheke bi navê 'Wêneyên Demê' vekir û got, li gel zor û zehmetiyan jî wê berê xwe nede Ewropayê.
-
'Platforma Ziman gaveke ji bo yekîtiyê'
Nûner û siyasetmedarên Kurd ên komxebata Kurdî pêk anîn diyar kirin ku êrîşên li dijî gelê Kurd tên kirin êrîşên li hemberî hebûn, ziman û jiyana Kurdewar in. Siyasetmedaran gotin, komxebata ziman gaveke ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.
-
Komxebata Kurdî: Li her deverê Kurdî
Di Komxebata Kurdî de ya ku ji hêla Platforma Zimanê Kurdî ve hate civandin, hate gotin li dijî pişasftinê divê têkoşîn were geşkirin, li hemû qadên jiyanê, her kêlî Kurdî were bikaranîn.
-
-
-
Husson: Heke biçim Tirkiyê dibe ku werim girtin
Fîlma ''Keçên Rojê'' ya Derhênera Fransiz Eva Husson li 180 sînameyan tê nîşandan. Husson got fîlm tenê li Tirkiyê û Rûsyayê qedexe ye û got, ''Heke ez biçim Tirkiyê, tenê ji bo ku min ev fîlm girtiye dizanim, dibe ku werim girtin''.
-
Hûsson: Jin, jiyan, azadî nîşaneya felsefeya Ocalan e
Fîlmê Keçên Rojê ku qala berxwedana jinên Kurd dike li Cenevreyê hate nîşandan. Eleqeyek mezin ji bo fîlm hate nîşandan û derhêner Hûsson wiha got; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê dide nîşandan.”
-
Di navbeya mirinê û nên de kolber!
Rejîma Îranê van mehên dawî li ser xeta sînor gelek kolber kuştin. Rejîma Îranê ya ku bi sîstematîk herêmê hejar dike, bi komandoyên mirinê kesên ku debara xwe bi kolberiyê dikin, dikuje.
-
-
-
-
Li Silêmaniyê Festîvala Fîlman hate lidarxistin
Festîvala Fîlman a Silêmanî ya 3’emîn 10’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ji 52 welatan derhênerên fîlman beşdarî festîvalê bûn û di festîvalê de eleqeyek mezin ji bo fîlmê 14’ê Tîrmehê û Keçên Rojê hate nîşandan.
-
Çîroka kesên ku li edaletê digerin: Zerfa zer
Pirtûka destpêkê ya dîroka nêz Zerfa Zer li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê gihişt xwîneran. Akin Bîrdal got; “Zerfa Zer çîroka meşa hêviya edalet, demokratî, aşitî û mafê mirovan e.”