Ji Rojava heya Helebê: Stratejiya şer a dewleta Tirk li dijî gelê Kurd

Gelo wê hesabê li malê û sûkê weke hev bin? Ev girêdayî berxwedana ku wê pêş bikeve. Ger li herêma Rêveberiya Xweser berxwedaneke xurt pêş bikeve wê hesabên li qadê têk biçin û Şam neçar bimîne ku xweseriya Rêveberiya Xweser nas bike.

Êrîşên dawîn ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bes ne bûyereke ewlehiya herêmî ye: nîşaneya binpêkirina lihevkirina di 1’ê Nîsanê de ya girêdayî Peymana 10’ê Adarê ye. Ev êrîş, nîşan didin ku dînamîka nû ya di navbera dewleta Tirk û hêzên wê yên li qadê de li hemberî hebûna gelê Kurd dibin gefeke çawa.

Di 24 saetên dawîn de ji aliyê çeteyên HTŞ û SMO ve bi çekên giran, moşekên tanksavar û bombebaranên zêde yên bi topên hewanê tên kirin û ev yek bûn sedema ku welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest bide û herî kêm 20 kes jî birîndar bibin; di heman demê de ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn droneke HTŞ’ê hate xistin û êrîş hatin şikandin. 

Diyar e ku wê li Sûriyeyê şer ji nû ve rû bide. Hevsengiyên di navbera hêzan de wê ne bi diyalog û muzakereyan, wê li gorî şer û pevçûnên nû werin diyarkirin. Aktorên gerdûnî yên ku li Sûriyeyê berjewendiyên wan hene, wê gelên Sûriyeyê bidin şer û hewl bidin ku pozîsyona xwe ya li herêmê û hebûna xwe xurt bikin.

Piştî komkujiyên li ser civakên Elewî û Durziyan, li gel êrîşên komkujiyê yên nû yên gelê Kurd hedef digirin, hewl tê dayîn ku pêşeroja Sûriyeyê ji nû ve saz bikin. Di van êrîşan de bikaranîna xaza rondikrêj û guleberdana li ser gelê sivîl, jiyana zêdetirî 400 hezar welatiyên sivîl ên di bin dorpêçê de avêtin talûkeyê û dorpêçkirina taxan hê gurtir kirin.

Geşedanên li qadê, li gel destpêkirina şer û pevçûnan ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên dûrî herêma xweser jî watedar in. Pozîsyona van taxan ku di nava çemberekê de ne, dibe ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve weke gepeke hêsan tê dîtin.

Êrîşan berê xwe daye gelek hedefan. Hema bibêjin ku dixwazin bi tîrekê gelek teyran nîşan bigirin. Ger em kurteya planên muhtemel derxînin:

SERWERKIRINA ÇETEYÊN SMO’YÊ

Diyar e ku dewleta Tirk hewl dide ji aliyekî ve girêdayî HTŞ’ê dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê rewa bike û ji aliyekî ve jî berê çeteyên SMO’yê yên di bin kontrola xwe de dide qadê û armanc dike ku HTŞ’ê jî bixe bin kontrola xwe. Di şer û pevçûnên duh bi şev de li derdora xalên kontrolê yên Al-Jalaa, Al-Jazira û Nexweşxaneya Yûnan di navbera hêzên HTŞ’ê û Asayîşê de şer û pevçûnên tund pêk hatin lê belê êrîş ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve bi awayekî serkeftî hatin şikandin.

Colanî hê jî lawaz e. Girêdayî vê yekê tevgerîna li gel çeteyên SMO’yê yên girêdayî dewleta Tirk ji bo xwe baş dibîne. Li gel kirina vê yekê plan dike ku desthilatdariya xwe saxlem bike. Ger bikare vê yekê bike wê li hemberî Kurd, Elewî û Durziyan destê xwe xurt bike.

ŞANÎDER TIFAQA COLANÎ Û DEWLETA TIRK NÎŞAN DIDIN

Dewleta Tirk, bi rêya vê tifaqê armanc dike ku ji aliyekî ve xeta îdeolojiya xwe û ji aliyekî ve jî dagirkeriya xwe ya li herêmê bidomîne.  Li gel vê armancê hêzên xwe yên wekîl bi awayekî nerasterast li rex HTŞ’ê bi cih dike û hewl dide ku bandora xwe ya li herêmê di siyaseta Şamê de veguherîne hêzeke bibandor.

Dewleta Tirk, ji ber ku serweriya li qadê weke mecbûrîyeteke hebûnê dibîne, tercîh dike li rex Şamê cih bigire; vê nêrînê weke planeke ku tasfiyekirina Kurdan armanc dike, ji bo xwe rêya herî guncav dîbîne.

Dewleta Tirk, li gel pêngaveke bi vî rengî ji aliyekî ve Erdogan naxwaze destkeftiyên gelê Kurd ên li Bakurê Sûriyeyê weke Bakurê Iraqê dubare bibin û vê yekê li qadê nîşan dide û ji aliyê din ve jî hewl dide pozîsyona xwe ya bûyîna yek ji aktorên ku pêşeroja Sûriyeyê diyar dikin, xurt bike.

Lê belê Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê bibe aktoreke diyarker, ji xwe re avakirina hevsengiya di navbera hêzên herêmî û gerdûnî de ya bi awayekî hesas weke mecbûriyetekê dibîne. Enqereya ku armanc dike girêdayî Şamê serweriya xwe ya li qadê û siyasetê xurt bike, li gorî vê hesabê li hemberî belavbûna Îsraîlê ya li herêmê hewl dide hêmaneke hevsengiyê ava bike. Li gel vê armancê jî li qadê serî li çewisandina gelê Kurd dide.

DIVÊ SIYASETA KOMARA TIRK A LI HEMBERÎ KURDAN BI DU AWAYAN WERE ŞIROVEKIRIN

Tirkiye, li aliyek hewl dide Kurdan tasfiye bike li aliyê din du senaryoyên muhtemel li ber çavan digire. Ya yekemîn, bi êrîşkirinê re gelê Kurd bêhêzkirin: Di vê pêvajoyê de gurkirina bertekên netewperestî yê gelê Ereb û bi taybetî ya eşîran, avakirina hewirdorek şer ê navxweyî û berfirehkirina qada xwe ya dagirkeriyê.

Ya duyemîn, jî lîstikek propaganda û dîplomasiyê bi armanca ji holê rakirina gefa Îsraîlê; ger tifaqek bi Îsraîlê re çêbibe, bi îdîaya ku Kurd li dijî Ereban an jî Filîstîniyan tevdigerin û bi Îsraîlê re hevkariyê dikin, bertekek herêmî birêxistin kirine. Ger tifaq çênebe jî bi tenê hiştina Kurdan re bêdengiyek navneteweyî avakirin û hêsankirina qirkirinê ye.

Encam: Tirkiye bi armanca avakirina dîplomasiyê bi Şamê re siyasetê dimeşîne û di heman demê de bi rêya milîs/çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin dixwaze li ser erdê kontrolê ava bike.

Ger hûn bala xwe bidin, Erdogan di vekirina Meclîsê de di 1’ê Cotmehê de diyar kir ku ew ê rê nedin rewşên bi heman rengî careke din dubare bibe.

BAŞ E, ÇIYE EV REWŞ?

Ev rewş cureyek dubarekirina federasyona ku piştî Sedam li Başûrê Kurdistanê hatiye ragihandin e. Erdogan gelek caran gotiye ku ew ê qet destûrê nedin pêkhatinek wisa li Bakurê Sûriyeyê; ev ne cara yekem e ku ew vê yekê dibêje; wî bi hezaran caran dubare kiriye. Bi gotineke din, bi tu awayî destûr nayê dayîn ku Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statuyek; ev yek jî tê wateya bi rengekî fîîlî şerek nû yê qirkirinê.

Bi kurtasî, nîşaneyên heyî bi zelalî dide diyarkirin ku yê li herêmê şer dimeşîne, dewleta Tirkiye ye.

GELO SALVEGERA BÛYERÊN 6-7-8’Ê COTMEHÊ TESADÛFÎ NE?

Êrîşa li dijî Şêxmeqsûd di salvegera bûyerên Kobanê de pêk hatin, ne tesadûfî ye. Yên li Kobanê têk çûne, dixwazin li Şêxmeqsûd bi serkevin. Tiştê balkêş ew e ku Erdogan hewl dide Bakurê Kurdistanê ku di dema berxwedana Kobanê de roleke diyarker lîst, vê carê dervî vê bigire. Dixwaze nîşan bide ku li Bakur pêvajoyek dimeşîne, Kurdan dudilî bihêle û di dawiyê de li herêmê bêbandor bike.

Li dijî van êrîşan bi hezaran Kurd li Qamişlo û Kobanê daketin qadan, hevgirtina xwe ya bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan û êrîşên li ser herdu taxan şermezar kirin.

Di rojên dawiyê de propagandayên li ser medyayê dijîtal ên der barê Demîrtaş û hevrêyên wî tên kirin jî, weke parçeyek ji vê stratejiyê derdikeve pêş. Li vir hewl tê dayîn xapandineke têgiştinê çêbibe û hewl tê dayîn rastî di nava mijê de bê windakirin.

Siyaset û zîhniyetek ku li dijî Kurdên Rojava komkujiyan pêk tîne, nikare li Bakur bi Kurdan re pêvajoyek pêş bixîne. Ev mijar ewqas zelal e. Li gorî min hişyariya gelê Kurd ên li Bakur di vê mijarê de xwedî girîngiyek jiyanî ye. Bi zanabûna ku ew di demeke dîrokî ya hesas re derbas dibin, ger rol, mîsyon û pozîsyona xwe li gorî wê diyar bikin, wê di diyarkirina çarenûsê de bibin xwedî pozîsyonek xurt. Aqilekî ku Başûr weke xeletiyek dibîne û dibêje ez ê vê şaşiyê li Rojava nekim, wê li Bakur jî tiştek berovajî wê neke.

GELO WÊ HESABÊ LI MALÊ Û SÛKÊ WEKE HEV BIN?

Ger siyaseta Sûriyeyê weke ku dewleta Tirk texmîn dike pêş bikeve, Tirkiye wê di siyaseta li herêmê de bibe hêzeke cidî. Lê belê gelo wê hesabê li malê û sûkê weke hev bin? Ev girêdayî berxwedana ku wê pêş bikeve. Ger li herêma Rêveberiya Xweser berxwedaneke xurt pêş bikeve wê hesabên li qadê têk biçin û Şam neçar bimîne ku xweseriya Rêveberiya Xweser nas bike. Tirkiyeya ku wê nikaribe li herêmê serweriya xwe pêk bîne, wê bandora xwe ya li ser siyaseta Şamê ya heyî jî ji dest bide. Ev yek, wê bibe wesîle ku gel bihêztir xwedî li pergala li qadên Rêveberiya Xweser derkeve û derfetên naskirina rewabûna herêmî û navneteweyî û yasayî zêdetir bikin.  Bi vî awayî Kurdên ku li Sûriyeyê bi ser dikevin, wê bikaribin di sazkirina herêmê de bibin aktoreke sereke. Her wiha wê careke din propogandaya dijminahiya li dijî gelê Kurd ya dewleta Tirk a bi bikaranîna Îslamiyetê dike, têk biçe.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn, îlan kirin ku tax xeta wan a sor e û amadehiyên ji bo bersivdaneke xurt, biryardariya berxwedanê xurttir dike.