10. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin

10. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta 10. salvegera damezirandina xwe li Dêrik, Tirbespiyê û Efrînê civînan lidar xist.

Bi munasebata 10. Salvegera damezrandina xwe PYD’ê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê û Efrînê civînan lidarxist. Di civînan de nûnerên partî û rêxistina beşdarbûn.

DÊRIK: Civîna li bajarê Dêrik li navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi beşdariya nunerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl civîn hate lidarxistin. Di civînê de Heseroka PYD’ê Asya Ebdula axivî û bal kişand li ser geşedanên Rojava û êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Cebhet El-Nusra û berxwedana gelê kurd ya li dijî êrîşan. Ebdula, da zanîn ku Rêveberiya Demî ya Rojava ku ji aliyê PYD’ê hatibû pêşniyarkirin û ji aliyê herdû meclîsan ve hate erêkirin û  niha amadakariyê wê tên kirin.

Asya Ebdula, endamên partiya xwe yên pêşeng ku dema bi erkê xwe yê netewî radibûn ji aliyê rêjîmê hatibûn girtin û bi di bin îşkenceyên de di zindanên rêjîma Baas de hatibûn qetil kirin bi bîr anî. Asya diyar kir ku destkeftiyên îro bi keda hemû cangoriyên azadiyê hatiye bidestxistine. Di dawiya axaftina xwe da Hevseroka PYD’ê balkişand ser tekoşîna PYD’ê û zehmetiyên ku pêre rû bi rû mane jî, lê tekez kir ku tu zehmetî dê di riya wan de nebin asteng. Piştî axaftina Asya Abdula civîn bi dawî bû.

TIRBEPSIYÊ: Bi heman armancê li bajarê Tirbespiyê jî di Navenda Çand û Huner de bi beşdariya endamên partiyên siyasî û kesayetin netewî civînek hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîne Osê axivî û cangoriyên PYD’ê yên pêşeng ku di nava xebatan de jiyana xwe jidest dan bi bîr anî. Emîna Osê, bal kişand ser piştgiriya Tirkiyê ya ji komên çekdar ên El-Qaîda û da zanîn ku êrîş bi armanca tunekirina gelê kurd pêk hatine. Emîna Osê, destnîşan kir ku ne rêjîm û ne jî opozîsyona Sûriyê heta niha helwesta xwe derheqî mafên rewa yên gelê kurd zelal ne kiriye. Di dawiya axaftina xwe Osê, da zanîn ku gelê kurd îro derfeteke dîrokî jiyan dike û pêwste bi hemû hêza xwe ya civakî, siyasî û leşkerî parastina destkeftiyên xwe bike.

Di civînê de li ser navê Yekîtiya Jinan a Sûryaniyan Fehîma Melkê axivî û bibîr xist ku gelên Kurd û Suryanî bi sedê sala bi hevre jiyan kiriye û bang li hemû aliyan kir da ku xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin û civakeke demokratîk li ser bingeha jiyana hevbeş avabikin.

Li ser navê Partitiya Yekîtiya Suryaniyan jî axaftinek hate kirin û banga xwedî derketina li rêveberiya demî ji hemû pêkhateyan hate kirin. Di axaftiyê de hate destnîşankirin ku gelê herêmî ji sedan salan ve bi biratî û wekhevî bi hevre jiyan dikin.

Civîn bi axaftina Konferdresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ku ji aliyê Jiyan Remo hate xwendin dom kir. Jiyan di axaftina xwe de 10’emîn salvegera damezirandina PYD’ê pîroz kir.

Di dawiya civînê peyamên pîrozbahiyê yên Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Star, SZK, Yekîtiya Mamosteyan, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Asûrî ya Demokratîk, rêxistina Ciwanên Sûryanî û Saziya Çand û Hunerê hatin xwendin. 

EFRÎN: Li Efrîn jî bi heman armancê bi beşdariya sedan kesî civînek li navenda PYD’ê hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê Endamê PYD’ê Esad Menan axiftinek kir û bal kişand ser tekoşîna PYD’ê ya 10 salan. Menan destnîşan kir ku tevî zext û zulma rêjîma Baas a li dijî alîgiriyên PYD’ê jî kar û xebat dewam kir. Menan da zanîn ku partiya wan li ser hêmanê xweseriya Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destnîşankirin karê û xebatên xwe li Rojava dikin.

Di civînê de li ser navê Partiya Konferans Ehmed Reşîd, li ser navê Yekîtî Reşîd Şeban û li ser navê Partiya Demokratî ya Pêşverû li Sûriyê Kamîran Hesen axivîn û salvegera damezirandina PYD’ê pîrozkirin.

Civîn bi peyamên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl bi dawî bû.