100 girtiyên din jî hatin sirgunkirin
100 girtiyên din jî hatin sirgunkirin
100 girtiyên din jî hatin sirgunkirin
Li girtîgeha Tîpa H a Erziromê çend roj berê
10 girtî hatin sirgûnkirin. Hat zanîn ku 100 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin.
Piştî girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê
Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêden û bêdorveker
kirin û dawî li piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68'an de
dawî li çalakiyê anîn, girtî yek bi yek tên sirgûnkirin. Çend roj berê li
Girtîgeha tîpa H Erziromê 10 girtiyên siyasî hatin sirgûnkirin. Hat zanîn ku dê
100 girtiyên din jî bên sirgûnkirin. Nûnerê Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya
Malbatan (TUHAYD-DER) yê Bazîdê Mehmet Bozkurt, diyar kir ku zextên li
girtîgehan her ku diçe zêde dibe.
Girtiyê ku ji Girtîgeha Tîpa H a Erizormê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a
Kirikkaleyê hat kirin Mehmet Emin Aladag, anî ziman ku girtiyên ketibûn greva
birçîbûnê piştî dawî li çayakiyê anîn zext û neheqiyê li ser wan zêd bûn.
Aladag anî ziman ku di 21'ê Çile de girtiyên bi navê Haci Sîncer, Zekî Bayhan,
Muzaffer Akkış, Medeni Tarlan, Ataç Gube sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê
hatin kirin. Girtiyên bi navê Mehmet Tiryakî, Mehmet Derelî, Omer Çelîk, Muhsin
Avci û ew (Mehmet Emin Aladag) jî sirgûnî Girtîgeha Kirikkaleyê hatin kirin.
Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bozkurt jî anî ziman ku her diçe zextên li
ser girtiyan zêde dibe û pitî 10 girtî hatin sirgûnkirin dê 100 girtiyên din jî
bênsirgûnkirin.
Rayedarên girtîgehê jî der barê mijarê de tu agahî nedan.