107 saziyên sivîl ên Semsûrê 'provokasyon' şermezar kirin

107 saziyên sivîl ên Semsûrê 'provokasyon' şermezar kirin

Nûnerên KESK, ÎHD, BDP jî di nav de 107 saziyên sivîl ên civakî partiyên siyasî xêzkirina bi 3 heyvan a ser dîwarên sazî û esnafan ya "em li ser eniya we ne (ensenizdeyiz)" bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir.

Kesên nasnameya wan nediyar di 2'ê Adarê de li ser deriyê saziyên KESK, ÎHD, BDP û gelek kargerî û saziyên din xêza 3 heyvan a bi boyaxa sor "Em li ser eniya we ne (ensenizdeyiz)" nivîsandibûn. Li ser vê yekê nûner û rêveberên 107 saziyen sivîl ên civakî û partiyên siyasî li Parka Demokrasiyê daxuyanî da çapemeniyê. S

erokê Odeya Tabiban a Semsûrê Op. Dr. Suleyman Kilinç diyar kir ku, di 30 salan de ji ber şer û pevçûna heyî mal weran bûn, ciwan hatin kuştin. Lê niha li şûna şer û pevçûnê hêdî hêdî hewldanên aştiyê pêş dikevin û gavên çareseriyê tên avêtin. Di vê pêvajoya ku hewldanên aştiyê pêş dikevin de hin kes bi van hewldanan dixazin provokasyonê pêş bixin. Geşedanên li Sînop û Samsûnê pêş ketin em xistin nava fikaran. Berê jî li bajarê me hewldanên bi vî rengi pêş ket. Em van hewldanan şermezar dikin û dibêjin ev provokasyon berê bi ser neketin û dê niha jî bi ser nekevin.