11. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin
11. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin
11. salvegera damezrandina PYD'ê hat pîrozkirin
PYD'ê 11. salvegera damezrandina xwe li bajarê Elmanya Dortmundê bi şahiyeke girseyî pîroz kir. Hevserok Salih Muslim ê beşdarî pîrozbahiyê bû anî ziman ku projeyên wan ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e û got, "Li Kobanê em ji bo vê şer dikin. Kobanê wê têk neçe, wê bi ser bikeve. Ji ber ku li wir çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide."
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 11. salvegera damezrandina xwe li bajarê Elmanay Dortmundê pîroz kir. Di pîrozbahiya li salonga Megastar de nêzî hezar kes beşdar bûn.
Di pîrozbahiya ku Hevserok Salih Muslim beşdar bû de, li ser navê MLPD Monina Gartner-Engel, nûnerê MLKP Huseyîn Yeter, nûnerê Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê Mahmûd Dawid û nûnerên gelek saziyan amade bûn.
'PYD XWEDÎ DÎROKEK BI NAV Û DENG E'
Endamê komîteya rêveber a pîrozbahiyê Ehmedê Kobanê axaftina vekirinê kir û got, "11. salvegera damezrandina PYD'ê di serî de li bexwedêrên Kobanê li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Îro roja namûsê ye. Divê her kes bi vê nêrînê tevbigere û xwedî li Kobanê derkeve."
Piştre Hevserokê PYD'ê Salih Muslim mafê axaftinê wergirt, 11. salvegera damezrandina PYD'ê li gelê Kurd pîroz kir û got, "Ev 11 sal in dîrokek hat nivîsandin. Ev dîrok bi xwîna bi sedan ciwanên me hat nivîsandin. Îro em hemû bi çavên xwe dibînin. PYD li Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasiyê dimeşîne. Em bi vê projeyê re tevlî şoreşa Rojava bûn. Dema me destpê kir, ti hêz li pişt me nebû. Me bi tenê bi gelê xwe û felsefeya Rêber Apo dest bi vê têkoşînê kirin."
Salih Muslim bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û got, "Çar aliyê me ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye pêçandin. Li dijî me têdikoş in. Em li hemberî vê yekê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Ti çareseriyek ji bo Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, ji çareseriya me rasteqîntir û çêtir nîne. Ji ber vê yekê rêxistina terorê ya bi navê DAIŞ'ê, ji ber vê projeYê li dijî me şer dike. Zimanê Suryaniyan ev 2 hezar sal in li her derê qedexe ye. Lê belê îro zimanê fermî yê Kantona Cizîrê ye. Ev şer û êrîş ji ber vê ye."
Muslim bal kişand ser berxwedana li Kantona Kobanê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Artêşên Iraq û Sûriyeyê jî nikarîbûn li pêşberî vî cinawirî bisekinin. Lê belê îro li Kobanê berxwedaneke bê eman heye. Ciwanên Kobanê li ber xwe didin. Û wê bi ser bikevin. Kobanê wê teslîm nebe. Wê têk neçe. Bila her kes piştrast be. Yên li Kobanê li ber xwe didin ciwanên Serhed, Amed, Botan, Dêrsim, Hewlêr û Mahabadê ne. Kurdisatn e. Lê belê ev ciwanên me jî divê ji bo destekkirina Kobanê bi şev û roj bixebitin."
Li ser navê MLPD Monina Gartner-Engel jî salvegera damezrandina PYD'ê pîroz kir û berxwedana jin û ciwanên Kurd silav kir.
Li dû axaftinan hunermend Cewadê Merwanî, Xelîl Xemgîn, Abbas Ahmed, Peywan Arjîn, Kawa, Koma Rojava, Edhem Rojava, Meryem Rojhilat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.