12 girtiyên siyasî yên jin di greva birçîbûnê de ne

12 girtiyên siyasî yên jin di greva birçîbûnê de ne

12 girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Tîpa E ya Muşê bi armanca şermezarkirina pêkanînên rêveberiya girtîgehê 9 roj in ketine greva birçîbûnê. Girtiyên jin diyar kirin ku bi armanca pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên weke, girtekên rojana yên girtiyan rastî lêpirsînê tên, gardiyanên mêr ku dikevin qawîşên jinan û hejmara kesan dikin şermezar bikin ketine greva birçîbûnê.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ku her tim bi binpêkirina mafan dikeve rojevê, zextên li ser girtî û hukumxaran her ku diçe zêde dibin. Girtiyên jin diyar kirin ku bi armanca pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên weke girtekên rojana yên girtiyan bi hinceta dê lêkolîn bikin dest datînin ser, gardiyanên mêr dikevin koguşên jinan û hejmarê dikin şermezar bikin, ev 9 roj in ketine greva birçîbûnê.

Derbarê pirgirêkên ku li Girtîgehên Tîpa E ya Mûşê rû didin, TUHAD-DER a Mûşê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi girtiyên jin ên ku ketine greva birçîbûnê re hevdîtin hatine kirin û 12 jinan diyar kiriye ku heya rêveberiya girtîgehê dawî li binpêkirinên xwe yên kefî neyne ew ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qadên hevpar ên girtiyên siyasî tên tengkirin û bi vê yekê dixwazin bandorê li psîkolojiya girtiyan bikin û wiha hat gotin: "Di odeyên siyasî yên girtî û hukumxaran de her ku diçe hejmara girtiyan kêm dikin. Bi vê yekê dixwazin girtiyên siyasî bi tena serê xwe bimînin. Ev ya jî dide xuyakirin ku li hemberî girtiyan astengiyên huqûqî tên lidarxistin. Wekî din pirtûkên ku malbat ji girtiyan re tînin, nayên dayîn."

'NÊZÎKATIYÊN BÊEXLAQ'

Di daxuyaniyê de hat ziman ku di girtîgehê de faaliyetên ajankirinê jî di nava girtiyê siyasî tê meşandin û wiha domand: "Di nava girtiyên siyasî de karê sîxurkirinê tê kirin. Ev jî nêzîkatiyeke ji stratejiyên bi salane li hemberî girtiyên siyasî tê meşandin. Dixwazin polîtîkayên ajankirinê belav bikin. Dozgerê girtîgehê li hemberî hevalê me nêzîkatiyeke bêexlaq a weke 'hûn terorîst in' dide meşandin."

TUHAD- DER'ê di daxuyaniya xwe de bang li girtiyên jin ên siyasî kir ku greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bang li kesên berpirsiyar dikin ku demildest peywira xwe bînin cih û der barê Girtîgeha Mûşê lêpirsînê vekin."