12 sal in di greva birçîbûnê de ye!

12 sal in di greva birçîbûnê de ye!

Li eyaleta Manîpûr a Hindistanê jina bi navê Irom Sharmila ji mijdara 2000 ve dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev tam 12 sal in ne tiştek xwariye ne jî vexwariye. Sharmila di destpêka çalakiya xwe de bi hewldana xwekuştinê dihate tawanbarkirin û ev 12 sal in bi zorê bi rêya poza (bêvil-difin) wê xwarinê didin wê.

Irom Sharmila ev 12 sal in ne tiştek dixwaze, ne jî vedixwe. Daxwaza wê ew e ku Yasaya Rayeyên taybet a Hêzên Çekdar a ku li eyaleta Manîpûrê rayeyê dide artêşa Hindê were betalkirin. Ji ber vê yasayê li eyaleta Manîpûrê tu leşkrên artêşa Hindê nayên dariznadin.

Tê diyarkirin ku artêşa Hindê li vê eyaletê di van 30 salên dawiyê de herî kêm 500 kuştinên bê daraz pêk aniye. Lê heta niha li dijî van bûyeran tu dozek nehatiye vekirin.

Ji ber çalakiya Irom Sharmilayê dengek mezin di raya giştî ya cîhanê de veda, hukûmeta Hindî neçar ma ku pêkanîna yasayê li Manîpûrê sînordar bike û li hin herêman jî bi temamî rakir. Lê Sharmila dibêje ku heta ev yasa li tevahiya eyaletê neyê rakirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede.