13. civîna 59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê destpê kir
13. civîna 59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê destpê kir
13. civîna 59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê destpê kir
13. civîna 59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pêkir. Di rûniştinê de 35 siyasetmedar amade bûn.
13. civîna 59. rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di bin dorpêça leşkeran de destpê kir. Sere sibê girtiyên siyasî bi maşîneyên ringê ji girtîgehan anîn avahiya edliyê. Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê. Di rûniştina îro de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Prz. Muharrem Erbey, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî di navde 35 girtiyên siyasi û parêzerên wan amade bûn. 62 girtiyên siyakî jî ji ber ku rapora wan hebûn nehatin rûniştinê. Rûniştina îro bi xwendina delîlên der barê endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojik ya DTP'ê Turan Genç destpê kir. Parastin bi xwendina delîlên der barê Genç de berdewam dike.