13. Konferansa Mala Çandê ya Agirî ya li Komara Adîgeyê

13. Konferansa Mala Çandê ya Agirî ya li Komara Adîgeyê

Organîzasyona Kurd a Agirî ya li Komara Adîgeyê konferansa xwe ya 13. lidar xist.

13. Konferansa Organîzasyona Kurd a Agirî ya Komara Adîge ya Rûsyayê, bi beşdariya 70 delege û mêvanan pêk hat. Di konferansê de rewşa dawî ya li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Kurdên li Adîgeyê dijîn bi dorfirehî hatin nirxandin.

Serokê Mala Çandê ya Agirî Feyzo Huseyîn rapora 2 salan a li ser xebatên meclîsê xwend û tevî raporê xebatên jinan ên li herêmê hatin nirxandin. 

Yek ji mijarên ku di konferansê de li ser hat rawestîn, helandina ciwanan a di nava çandên cuda bû. Her wiha bal hat kişandin ser pirsgirêkên civakî yên weke zewaca di temenê biçûk de û girîngiya xwedîderketina li çanda kurdewarî hat destnîşankirin.

Li dû nirxandin û axaftinan, hilbijartin hat kirin û ji bo cara duyemîn Feyzoyê Huseyn bi piraniya dengan weke Serokê Mala Çandê ya Kurdan a Agirî hat destnîşankirin. 

Her wiha ji gorî sîstema KCK'ê hejmara 23 kesan a meclîsê, derket 25 kesan. Di konferansê de bernamesaziya 2 salan jî hat destnîşan kirin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku piştgiriyeke xurt ji Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê re bê dayîn. Çend ji biryarên sereke yên di konferansê de hatin wergirtin ev in:
 
* Bi awayek çalak li himber helandin û asîmlasyonê têkoşîn were dayîn. 

* Li himber zewaca di temenê biçûk de helwestên hîn tund û berçav a ku bibin çareser werin nîşandan. 

* Ji bo pêşvebirin û xurtkirina çanda kurdî û şêwazê jiyana kurdewarî bi awayek hin çalak bi kevin nava xebatê de. 

* Ji bo pirsgirêkên civakî yên heyî komîteyên hatine saz kirin werin aktiv kirin.