13 siyasetmedarên Kurd rastî 81 sal û 9 meh ceza hatin

13 siyasetmedarên Kurd rastî 81 sal û 9 meh ceza hatin

Rûniştina 5 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd ên ji doza 'KCK'ê tên darizandin, li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê ji 16 siyasetmedarên kurd, li 13 kesan bi tevahî 81 sal û 9 meh ceza girtîgehê birî. Heyetê der barê 5 kesên serbest dihatin darizandin de jî biryara beraetê da. 

Rûniştina 5 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd ên di 28'ê Kanûna 2009'an de di bin navê doza "KCK"ê de hatin girtin, li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di rûniştina dozê de siyasetmedarên girtî Aydin Kiliç, Mehmet Şîrîn Baglı, Îlyas Saglam, Ridvan Aslan û parêzerên wan amade bûn. Siyasetmedarê girtî Selamet Akyuz, Sîncan Kapali bi rêya deng û sînevîzyonê (SEGBİS) îfade da. Îfade bi riya termûcan bi kurdî dan. Siyasetmedaran piştî îfade dan heyetê biryar da. 

Heyeta dadgehê der barê M. Şirin Bagli û Aydin Kiliç de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye ji bo her kesekî 9 sal ceza birî û biryara berdewama girtinê da. Heyetê der barê Ridvan Aslan, Selamet Akyuz û Îlyas Saglam de ji bo her kesekî 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê der barê Ahmet Solmaz, Şeyhmus Yaşar û Nesrin Kiliç jî ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh cezay birî. Ji bo Gulizar Kalmış, Cahit Kanbay û Veysi Gulseren jî ji bo her kesan 7 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê der barê 5 kesên serbest dihatin darizandin de jî biryara beraetê da.