14 komên çekdar Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê red kir

14 komên çekdar Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê red kir

Di Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê de ku Tirkiye û Fransa nas dike parçebûn dest pê kir. du heb jê komên çekdar yên mezin bi giştî 14 rêxistin ku di rejîma Esad re şer dike, koalîsyon red kir û weke komployeke ku ji derve tê ferzkirin nirxandin.

Du komên mezin yên bi navên Tewhîd Lîvasi û Eniya El Nusra û Kataeb Ehrar a Şamê jî di nav de 14 rêxistinên li Helebê bi rejîma Sûriyeyê re têdikoşin bi peyameke bi dîmen Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê red kirin. Ev komên çekdar yên herî aktîf yên Helebê tên nirxandin.

Di daxuyaniya bi dîmen de wiha hat gotin: “Em fonksyonên şervanên herêm û bajarê Halebê, komploya wekê Koaliasyona Netewî tê bi navkirin red dikin. Bi yek dengî di avabûna dewleteke îslamî ya adîl de me biryar girt.”

Rêxistinan da zanîn ku dixwaze bila koalîsyon be dixwaze bila meclîsa netewî ya Sûriyeyê be em red dikin. Dîmenê ku nêzî 30 kes tê de xuya dikirin, kesekî bi ala îslamî danezan xwend û kuranê kerîma li ser maseyê bû jî bal dikişand. Piştî xwendina danezanê komê got Allah-u Ekber û xwestin Quran bibe makeqanûn.

Meclisa Netewî ya Sûriyeyê li Stenbolê hatibû avakirin û ji aliyê dewletên rojava ve jî hat nasîn. Heta niha bi ser neket û di 11’ê mijdarê de vê varê Koalisyona Netewî ya Sûriyeyê ava bû. Şêx Ehmed Moaz El Kadîb ji bo serokê koalîsyonê hat hilbijartin. Wekîlê berê Rîad Seyf û Suheyr Atasî ku di koordînasyona serhildanan nava Sûriyeyê de rolek mezin lîstiye wek alîkar hatin hilbijartin.

Du roj beriya vê ( 9’ê mijdarê) vê carê Xirîstiyan George Sabra ji bo serokê Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê’ê hat hilbijartin. Sabra cihê Ebdulbasît Seyda yê kurd girt. Lê piştî hilbijartinan yek ji damezrînerên Sukê sê 3 heban îstîfa kir.