15'ê Tebaxê li Bazyan bi girseyî hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li Bazyan bi girseyî hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li Bazyan bi girseyî hat pîrozkirin
29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li herêma Bazyan a Silêmaniyê bi pêşengiya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ve bi şahiyeke girseyî hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya pêngava 15'ê Tebaxê, duh êvarê bi beşdariya sedan kesî li nahiyeya Bazyan a bajarê Silêmaniyê pêk hat. Pîrozbahiya ji aliyê PÇDK'ê ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer 15'ê Tebaxê û Cejan Remezanê li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.
Hevseroka PÇDK'ê Omer da xuyakirin ku bi saya têkoşîna bi 15'ê Tebaxê re destpê kiriye gelê Kurd bi hebûna xwe hesiyaye û destnîşan kir ku PKK'ê bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya 29 salan, gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê xwestiye biparêze û parastiye.
Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer da xuyakirin ku bi kombûna bi hezaran keç û xortên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê re şoreşa 15'ê Tebaxê şoreşeke netewî ye. Omer diyar kir ku tevgera azadiya gelê Kurd PKK tevgereke demokratîk û aştîxwaze û ji bo azadiya netewa Kurd û rizgariya jinê ya ji pergala deshilatdariyê, têdikoşe.
Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer got, "Têkoşîna 15'ê Tebaxê têkoşîneke netewî û demokratîk e. Em dibînin ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd a ji bo avakiirna Yekitiya Netewî di asta herî bilind de ye. Lewma pêwîste û erk e ji Kurdekî re, xwe ji bo avakirina dîwarê Yekitiya Netewî, berpirs bibîne."
Di pîrozbahiyê de, hunermend Comerd, Celal Hewramî, Hêmin Arîf, Denîz deman û hunermendên ciwan derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Girseya gel jî ji ber stranên bi coş ên hunermendên krud govend gerand û pîrozbahiya xwe heta derengiya şevê dewam kir.