‘Pêngava 15’ê Tebaxê’ li Ewropayê bi gelek çalakiyên cûda tê pîroz kirin. Li Bajarê Hagen yê Almanyayê bi meş û li Dortmundê jî bi çalakiya karwana hate pîroz kirin.
Li Hagenê bi sedan kesên ku di demjimêrên şev yên 19.00’an de li ber îstasyona navenda trena kombûyîn, bi pankarta “Ji Ocalan re azadî” ber bi navenda bajar ve meşiyan. Piştî li navenda bajar peyama bi elmanî hate xwendin, Kurdistanî dîsan meşa xwe berdewam kirin, çalakiya xwe li Komeleya Çanda Kurdan ya Hagenê bidawî kirin.
Li vir daxuyaniya ku Endamê Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan Felat Marînos dayî, Fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz-Egîd bi bîr anî û got: “Îro em bi vê mîrasê ber bi Kurdistana azad ve diçin. Ev salên ku em di nav de ne salên Kurdistanê ne. Em dê bi giyanê 15’ê Tebaxê Kurdistan û Rêbertiya xwe azad bikîn.”
Piştî axaftin û dîlanên hatine girêdan, li Navenda Çanda Kurdî xwarina fitarê hate dayîn.
Pîrozbahiyek din jî li Dortmundê pêkhat. Çalakiya bikarwanên wesayîtan ku ji aliyê Navenda Çanda Kurdan ve hatî organîze kirin, karwanê wesayît bi posterên Ocalan û PYD’ê xemilandin, her wiha rûniştvanên Dortmundê jî eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê da.