15’ê Tebaxê li Feraşînê bi coş hat pêşwazîkirin
15’ê Tebaxê li Feraşînê bi coş hat pêşwazîkirin
15’ê Tebaxê li Feraşînê bi coş hat pêşwazîkirin
Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Zozana Feraşîna ku di sêgoşeya Colemêrg, Şirnex û Wanê de ye, bi boneya pîrozkirina 15'ê Tebaxê şahiyek li dar xist. BDP'ê şahî diyarî Endame Meclîsa gerîlayên HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û Endama Rêvebera Konseya YJA-Starê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) kir.
Rêxistina BDP'ê ya Wanê li Zozana Feraşîna ku di sêgoşeya Colemêrg, Şirnex û Wanê de ye, bi boneya pîrozkirina 15'ê Tebaxê şahiyek li dar xist. BDP'ê şahî diyarî Endame Meclîsa gerîlayên HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) û Endama Rêvebera Konseya YJA-Starê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) kir.
Bi hezaran kes tevlî mîhrîcana Feraşînê bû. Di saetê serê sibê de bi hezaran kes ji bo tevlî mîhrîcanê bibin ji Wan, Şirnex, Bêşebab û Colemêrgê ketin rê, rastî astengiyê leşkeran hatin. Li ser vê yekê welatiyan li ber xwe dan û piştî berxwedana welatiyan leşkeran nasnameyên welatiyan kontrol kir û welatî ji bo biçin mîhrîcanê rêwîtiya xwe berdewam kirin.
Welatî di saetên êvarê de jî li Qada Kanî Masî ku ji bo mîhrîcanê hatibû amedekirin li hev kom bûn. Welatiyên ku hatin qada mîhrîcanê, ji bo 3 rojan dora qadê kon vedan. Dora qadê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê û flamayên DOKH'ê hat xemilandin. Platforma ku ji bo festîvalê hatibû avakirin bi wêneyên her sê jinên siyasetmedarên Kurd Sakîne, Leyla, Fîdan, her wiha fermandar Egîd, Rustem Cûdî, Gulnaz Karataş û gerîlayên PKK'ê ku di demên cûda de şehîd ketibûn, hatibû xemilandin. Her wiha pankarta “Em bi ruhê 15 Tebaxe têkoşîna demokratîk xurt bikin, Rêber Apo Azad bikin" hat daliqandin.
Li deşta Feraşînê dirûşmayên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor”, “Ciwan Fedayiyên Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e gel li vir e” hat berzkirin. Di mîhrîcanê de BDP'a Wan, Şirnex, Colemêrg, MEYADER, GOÇ-DER, HDP, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên DOKH'ê, hunermendên MKM'ê û bi de hezaran kes amade bûn. Welatiyên ku tevlî mihrîcanê bibûn bi cilên xwe yên neteweyî, şal û şepikan qad rengareng kirin. Ciwan li girên dora qadê alên PKK'ê KCK'ê û ala ku li ser Apo dihat nivîsandin daliqandin.
Di di mîhrîcanê de dema ji bo şehîdên şoreşger deqiqeeyek rêzgirtin hat kirin, sirûda “Ey Raqîp” hat xwendin. Piştî dirûşmaya 'Şehîd namirin' û fişekên hewayî pîrozbahiyê jî dest pê kir. Bi stranên hunermendên MKM'ê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Di berdewama pîrozbahiyê de Hevserokê BDP'a Wanê Musa Îtah axifî û diyar kir ku bi pêngava 15'ê Tebaxê deriyê azadiyê hatiye vekirin û Cejna Vejînê li hemû Kurdan û gelê din pîroz kir. Îtah da zanîn ku ew di şexsê Egîd de hemû şehîdan bi bîr tîne û wiha got: "Bi pêşengiya Fermandar Egîd li hemberî metîngerî, qirkirin, asîmîlasyon û zulmê çalakiya çekdarî ya yekem dest pê kir. Wê demê rayedarên dewletê gotin, 'Komek çete ye, em ê wan di nava 24 saetan de tune bikin' ne 24 saet ev 29 sal in nikarin vê têkoşînê bi dawî bikin û ev têkoşîn gihişt bi milyonan kesî û bi berxwedanek bêhempa berdewam dike. Dê ev têkoşîn heta gelê Kurd bi tevahî azadiya xwe bi dest bixe berdewam bike."
Îtah anî ziman ku ger îro 15'ê Tebaxê bi tevlÎbûna deh hezaran kesî tê pîrozkirin ev bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandarê efsane Egîd pêk hatiye û wiha domand: "Em li vir soz didin ku em ê di rêya pêşengê xwe de bimeşin." Piştî axaftinê girse bi coşek mezin heta derengiya şevê 15'ê Tebaxê pîroz kir.