15'ê Tebaxê li gundê Fîsê bi girseyî hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li gundê Fîsê bi girseyî hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li gundê Fîsê bi girseyî hat pîrozkirin
Li Amedê, 15'ê Tebaxê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin. Li gundê Fîsê, ku lê PKK hat damezrandin, bi hezaran kes hatn cem hev û 15'ê Tebaxê bi coş pîrozkirin.
Pîrozbahiya ji aliyê Rêxistinên BDP'ê yên Lice, Hênê û Kocakoyê ve hat organîzekirin, li gundê Fîsê yê navçeya Amed Licê pêk hat, ku li vir di 27'ê Mijdara sala 1978'an de Kongreya Damezrînê ya PKK'ê hat lidarxistin.
Li ber stran û sirûdên Kurdî, bi hezara beşdarên pîrozbahiyê govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn.
Li qada pîrozbahiyê de hejmareke zêde wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşêng ên PKK'ê û fermandarêr ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat daliqandin. Pîrozbahiya bi coş heta derengiyê dewam kir.