15'ê Tebaxê li herêma Biradost bi coş hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li herêma Biradost bi coş hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li herêma Biradost bi coş hat pîrozkirin
29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li herêma Biradostê bi şahiyeke bi heybet hat pîrozkirin. Şahiya ku ji aliyê PÇDK'ê ve hat organîzekirin, bi beşdariya Kurdistaniyên ji Raniya, Qeledizê, Silêmanî, Keler, Diyana, Çoman, Hewlêr û mêvanên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê pêk hat.
Bi armanca pîrozkirina 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, di 17'ê Tebaxê de bi pêşengiya Partî Çareserî Demokratî Kurdistan (PÇDK) li gundê Birîkîmê yê herêma Biradostê, şahiyeke girseyî hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan Kurdistaniyên ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê yên weke Raniya, Qeledizê, Silêmanî, Keler, Diyana, Çoman û Hewlêrê, her wiha ji Rojava û Bakurê Kurdistanê jî mêvan beşdarî vê şahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de, Hozan Comerd, Hozan Berfîn, Koma Awazên Çiya, Hozan Zubeyîr Biradostî Û koma şano ya Derwaze ya herêma Raniya berhemên xwe pêşkêş kirin. Gelek kesayet, siyasetmedar, namzetên Partî Çareserî Demokratî Kurdistan û Hevseroka Partî Çareserî Demokratî Kurdistanê Necîbe Umer jî di şahiyê de amede bûn.
Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir û piştre endamê desteya rêveber a PÇDK'ê Wehab Mistefa Şîrwanî derket ser dikê û der barê rojê de axivî. Şîrvanî got: "Di serî de em roja 15’ê Tebaxê li hemû gelê kurd pîroz dikim ji ber ev roj rojeke nû, mirovekî nû û tekoşîneke nû bi xwe re afirandiye. Îro jî pêngava 15’ê Tebaxê bûye sembola jiyaneke nû û gelê kurd bi vê pêngavê re dest bi nivîsandina dîrokê kiriye. Giyana 15’ê Tebaxê vîn û giyaneke nû di nava gelê Kurd de daye avakirin û heyanî roja îro jî berdewam dike. Vê giyanê xwe li her çar perçeyen kurdistanê jî belav kiriye û bi hezaran Egîd hatin afirandin. Berxwedaniya ku îro li Rojavayê Kurdistanê birêve diçe encama afrandina têkoşîna pêngava 15’ê Tebaxê ye. Her wiha şoreşa Rojava kilîta çareserkirina pirsgirêka kurd a parçeyên din ê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, pêwîste ku em weke gelê Başûr hem madî hem jî menewî piştgiriya vê şoreşê bikin û xwedî lê derkevin. Li Başûrê Kurdistanê jî heman guhertin hene û em ber bi pêvajoyeke nû ve diçin û hemû partî û hêz amedekariyên hilbijartinê dikin. Ji lewma jî divê gelê me dengê xwe bide partiyên ku xizmeta gelê kurd dike û berjewendiyên gelê kurd diparêze. Bi bawerî û ramaneke serbixwe, bi rêbazên demokratîk biçin ser sindoqên hilbijartinan."
Li dû axaftina Şîrwanî Hozan Berfîn û Hozanê herêmî Zûbeyîr Biradostî derketin ser dîkê û bi stranên xwe dilê gel geş kirin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Umer jî peyivî û got: "Di serî de em vê rojê li hemû gelê kurd pîroz dikin. Partiya Karkerên Kurdistan bi rêbertiya Rêber APO û fermandar heval Egîd dest bi vê pêngavê kirin û ev berxwedanî tenê ji bo yek beşê Kurdistanê ne bû, lê ev pêngav guleyek bû li hemû desthilatdarên çar parçeyên kurdistanê hate xisitin. Peyama 15’ Tebaxê peyama jiyana nû û zindîkirina gelê kurd bû. Ev 29 salin têkoşîneke çekdarî û 40 salan bi bîrdozî û fikrî birêve diçe. Ev yek bûye sedem ku li serenserê Kurdistanê bibe şoreşa herî mezin. Cûdabûna vê şoreşê ji şoreşên din ew e ku jinan mil bi mil li gel mêr têkoşîn birêve dibin û ev bi xwe şoreşeke herî mezine. Ger em dibêjin ku rêber APO rêberekî mezine, wî karî ku ji her çar perçeyên kurdistsanê keç û kuran bîne gel hev û têkoşînê berdewam bike ji ber vê her dem serkeftin wê ya gelê kurd be.”
Piştî Umer, Hozan Comer û Koma Awazên Çiya derketin ser dîkê. Hozan Comerd beriya bistirê axaftineke kurt kir û got, “Li ber ronahiya felsefeya Rêber APO, li ber ronahiya hemû şehîdên Kurdistanê, li ber ronahiya şervanên serê çiya û li ber berxwedaniya gelê kurd em îro pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dikin. 15’ê Tebaxê ji we re û ji hemû rojhelata navîn re û ji hemû mirovahiyê re pîroz be."
Hem Hozan Comerd hem jî koma Awazên Çiyan bi stranên xwe dilê gel şa kirin.
Şahiya 15’ê Tebaxê bi govend û diruşmên Bijî Rêber APO, Şehîd Namirin û bi silavkirina berxwedaniya şoreşa rojava bi dawî bû.