15'ê Tebaxê li qadên gerîla hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li qadên gerîla hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li qadên gerîla hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxê, ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de weke cejna "vejîn" û "berxwedanê" tê pîrozkirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîla de ne hat pîrozkirin.
Bi wesîleya 29. salvegera teqandina fîşeka yekemîn 15'ê Tebaxa sala 1984'an, li Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin. Di yek ji van çalakiyan de, ji fermandarên HPG û YJA Star'ê Delal Amed, Azê Malazgîrt, Hemrîn Dêrik, Koçero Ocalan û Meden Serhat amade bûn.
Di pîrozbahiya bi beşdariya hejmareke zêde gerîlayên jin û mêr de, stran hatin gotin, lîstika şano hat lîstin û pêşandaneke ji teknîkên spora lêdanê ya nêz, hat nîşandan.
Beriya pîrozbahiyê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed bi axaftinek kir û got, "Fîşeka yekemîn, beriya her tiştî li qereqolên li mejiyan ket." Amed da xuyakirin ku di şopa vê çalakiyê de artêşeke gerîla ava bûye û gelê Kurd bûye xwedî vîn û nasnameyê û destnîşan kir ku gelê Kurd bi vê fîşeka yekemîn re hebûna xwe nîşanî tevahiya cîhanê daye.
Amed bibîr xist ku 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê di pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin tê pîrozkirin û destnîşan kir ku têkoşîn gihaştiye asta azadiyê.
Amed ragihand ku Ocalan hewl dide ji Newrozê û vir ve, vê pêvajoyê bi sebreke mezin bimeşîne û got, "Em jî weke HPG, ji bo rêveçûna vê pêngavê çi ji me hat xwestin bicih anînin û ji niha û pê ve jî emê berpirsyariyên xwe bicih bînin."
Amed diyar kir ku divê gavên ji aliyê tevgera Kurd ve tê avêtin, ji aliyê dewleta Tirk ve jî bersiva xwe bibînin û got, "Lê heta niha rewşeke bi vî rengî tineye. Gaveke berçav û pratîkî li holê nîne. Lewma wer xuya dike ku pêvajo wê dijwartir bimeşe. Di serî de li Rojavayê Kurdistanê wê li her parçeyî têkoşîn mezin bibe. Ji ber ku Kurd wê ji bilî azadiyê tiştekî qebûl neke."
Amed herî dawî destnîşan kir ku pêvajo çawa dimeşe bila bimeşe, ewê ji bo rêya afirînerên 15'ê Tebaxê ber bi azadiyê ve biçe, hemû wezîfeyên xwe bicih bînin.