15’ê Tebaxê li Sultangaziyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

15’ê Tebaxê li Sultangaziyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Cejna Vejînê ya gelê kurd 15’ê Tebaxê li taxa Sultangazî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Flamayên kesk,sor, zer û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parqa Gazî ya ku dê bername lê bihata kirin hat daliqandin û hezaran kes herikîn qadê û gotin dê girêyê şîra 15’ê Tebaxê bin.

Li qada pîrozbahiyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz (Egît) û Zîlan (Zeynep Kinaci) hat daliqandin. Hevserokê BDP’a Navendî Emrullah Bîngol, ji Meclisa Jinan a Navendî ya BDP’ê Gulsen Bîter, endamê PM Mahmut Eşiyok û hemû serokên BDP’ê yê herêma duyemîn d pîrozbahiyê de amade bûn. Girseryê govend geran û ciwanên YDG-H û BDP’ê yên Esentepeyê bi meşaleyan ketin hundirê qadê û bê navber dirûşmeyên wek ‘Bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Kujer El Nusra hevkar AKP’ hatin berzkirin. Her wiha şehîdên 15’ê Tebaxê jî deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê  Bajar yê BDP’ê Emrullah Bîngol axivî.

NEVIYÊN ŞEX SAÎD Û SEYÎD RIZA LI SER PIYANIN

Bîngol darvekirina Şêx Saîd û Seyîd Riza bibîrxist û wiha pêde çû: “Îro neviyên Şêx Saîd û Seyîd Riza li ser piyanin. Tu carî serî netewandin. Hebasê wan darvekirina dipirsin û têkoşîna xwe mezin dikin.  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên xwe di 15’ê Tebaxê de guleya yekemîn avêt û têkoşîna azadiyê dan destpêkirin. Ev têkoşîn bi hêviyên mezin hat destpêkirin û îro mîlyonan li qadane.

15’Ê TEBAXA SALA PÊŞ DÊ BI RÊBER APO RE BÊ PÎROZKIRIN

Bîngol anî ziman ku îro di encama têkoşîn azadiyê ya bi berxwedana bi heyebet de qezenc  tên bidestxistin û wiha got: “Em vê qezencê deyngdarê şehîdên şoreşê ne. Emê têkoşîna wan bibin nokteya herî jor. Berdewamiya bê berxwedana bi heybet dê azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, Gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û Rojava bîne. Bi roja rizgariya 15’ê Tebaxê re di heman demê de hesabên komkjiyên li Mereş û Çorumê pêk hatin jî dê bê pirsîn. Hesabê van dê bê pirsîn. 15’ê Tebaxa sala pêş dê bi Rêber Apo re bê pîrozkirin.

EMÊ XWEDÎ LI VÊ MÎRATEYA BI RUMET DERKEVIN

Piştî Bîrgul, li ser navê meclisa ciwanan a BDP’ê Mehmet Akaslan axivî û diyar kir ku guleya di 15’ê Tebaxê de hatiye avêtin polîtîkayên mêtînger û qirêj yên dijmin vala derxistine û got ew wek ciwanan dê xwedî li vê mîrateya bi rumet derekvin û wiha got: “Îro nokteya ku hatinê, nokteya jiyaneke azad û rizgariya demokratîke. Em wek ciwanan dê girêdayê vê şîarê bin û çi ji destê me bê emê bikin.

Îro bi taybet li metropolan li herêmên ku kurd zêde dijîn polîtîkayên qirêj û mêtînger tên meşandin û li ser ciwanan polîtîkayên tiryak, sîxurtî û fuhuşê tê ferzkirin. Ciwanê kurd li dijî van polîtîkayan têkoşîneke nû dane destpêkirin û em van polîtîkayên qirêj ancax bi rêxistibûnê ji holê dikarin rabikin.  Ji ber vê jî divê em di bin sîwaneya meclisê û xeta partiyê xwe de xwe birêxistin bikin.

ME SERÎ NETEWAN BILA EV JÎ JI WE RE DERD BE

Endamê BDP PM Mahmut Eşîyok jî axivî û got: “Beriya 15’ê Tebaxê sala 1984’an li vî welatî zilm pir zêde bû.  Asîmîlasyoneke mezin hebû. Mêtîngerî hebû. Lê di 15’ê Tebaxê de bi yek guleyekê ji vê asîmîlasyon û zilmê re gotin bes e. Bedelên mezin hatin dayîn. Kurd ne kurdên berê ne. Wek Seyîd Riza gotibû; Min bi derewê wen nekarî,ev ji min re bû dert. Min jî serî li hemberî we netewan ev jî ji bo we bu derd.”

Piştî axaftinan hunermend Meltem Yagmur Bovkir, Koma Heftreng û Koma Rênas derket ser dîkê.