15'ê Tebaxê li Sydneyê bi şevekê hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li Sydneyê bi şevekê hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê li Sydneyê bi şevekê hat pîrozkirin
29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Awûstûralya Sydneyê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Bi armanca pîrozkirina salvegera pêngava 15ê Tebaxê, li bajarê Awûstûralya Sydneyê zêdeyî 400 Kurdistanî di şahiyekê de hatin cem hev.
Di şahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, peyama KCK'ê hat xwendin, endamê KNK'ê û Hevserokê Komeleya Kurdên Awûstûralyayê Brûsk Aîverî axaftinek kir û bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê. Nûnerên partiyên YNK û Goran jî di şahiyê de amade bûn.
Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmî Roj, Newroz, Baran, Nûrhan û Emerxan bi hunerên xwe reng dan û girseya gel li ber stranên wan govend gerand.
Di dawiya pîrozbahiyê de hunermend Serhado derket ser dikê û pîrozbahî heta derengiya şevê bi coşeke mezin dewam kir.