16 sal in li kekê xwe yê li gora komî digere

16 sal in li kekê xwe yê li gora komî digere

Dîlan Aksa, ku li kekê xwe Ramazan Aksa yê 16 sal berê di pevçûneke bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest da û li goreke komî ya li gundê Akinciyê Mêrdînê hat veşartin digere, dixwaze demek beriya demekê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin û dewlet bi gunehên dij mirovahiyê yên kirine re rûbirû bibe.

Parlamenterên BDP'ê xwe amade dikin pêşniyara avakirina Komîsyona Heqîqet û Rêbirûbûnê careke din têxin rojeva Meclîsê. Yek ji malbatên ku herî zêde dixwaze komîsyon ava bibe, malbata Aksa ye. Dîlan Aksa hewl dide xwe bigihîne hestiyê kekê xwe Ramazan Aksa bi nasnav Şoreş Mêrdîn ê di sala 1996'an de li gel sê hevalên xwe yên gerîla li gundê Akinca ket kemînê û li gora komî hat veşartin. Ji ber bavê wê di sala 1999'an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, Dîlan têkoşîna bavê xwe ya lêgerîna li aqûbeta kekê xwe Ramazan, dewir girt. Dîlan, di heman demê de li dû Newroza bi xwîn a Cizîrê şahidê komkujiya dewletê ya 22'ê Adara 1992'an a li Nisêbînê ye. Dîlan Aksa ji ANF'ê re, zarokatiya xwe ya di bin siya şer de bihurî, komkujiya Nisêbînê ya 22'ê Adarê û çîroka kekê xwe yê di gora komî de ye vegot û got, "Bila dewleta Tirk bi hovîtiya xwe ya li hemberî gelê Kurd pêk aniye, rûbirû bimîne."

Di salên 1990 de yek ji herêmên ku terora dewletê lê herî zêde xwe nîşan da navçeya Mêrdîn Nisêbînê bû. Nisêbînê ku her roj kuştinên kiryar ne diyar rû didan, cihê destpêka serhildanên gelê Kurd bû. Gelê Kurd ê li dijî vê hovîtiyê rabû ser piyan, di berdêla tinekirin û mirinê de ji bo nasnameya xwe biparêze li ber xwe dida. Ji bûyerên ku di salên 90 de qewimîn, bêguman herî zêde zarokên di bin siya şer de mezin bûn, bi bandor dibûn. Her çend îro temenê wan mezin bûye jî, polîtîkaya înkar û tinekirinê nikarin ji bîra xwe derxînin.

ZAROKÊ 14 SALÎ LI TEM'Ê 32 ROJAN RASTÎ ÎŞKENCÊ HAT

Yek ji van zarokan jî Dîlan Aksa bû, li travmaya jiya windahiya birayê wê jî lê zêde bû. Dîlan şert û mercên ku biryara beşdariya li nava refên gerîla bi kekê wê Ramazan Aksa da dayîn wiha vegot: "Sal 1990 bû. Her roj nûçeyek li ser kuştinên kiryar nediyar dihat, li dibistanan jî polîtîkaya asîmîlekirina zarokên Kurd bi lez dewam dikir. Li dibistanên ku xwendina sirûda Tirkan îstîlal û sonda wan dihat xwendin, zarokên li hember derdiket, yek bi yek dihatin qeydkirin. Yek ji wan zarokên ku hat qeydkirin û hinek lê mukur hat kekê min Ramazan ê diçû dibistana navîn bû. Di encama îxbarekê de, mala me ya li taxa Stasyonê yekemcar li serdegirtina tîmên taybet ên rûpêçandî rast hat. Ji ber ku hingî mêr li ber deriyan dihatin kuştin, jinan her tim derî vedikirin. Ji ber vê yekê, deriyê ku saet di 02:30 de hat lêdan, min û xwişka min vekir. Tîm ketin hundir û li kekê min Ramazan pirsîn. Xwişka min ket navberê, li ser vê yekê ew daxist binê xaniyê me û dûre jî kekê min bi xwe re birin û çûn. Ez gelekî tirsiya bûm. Dest danîbûn ser kasetên Kurdî û albumên malbatê. Kekê min Ramazan hingî 14 salî bû. Lê belê ev yek ji bo tîman nedihat ti wateyê. Ramazan birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) a ser bi Muduriyeta Emniyetê ya Mêrdînê û tam 32 rojan lê îşkence kirin. Li Edliya Mêrdînê jî bi îdîaya "Propaganda rêxistina PKK'ê" kiriye hat girtin û li Girtîgeha Mêrdînê hat bicihkirin."

Ramazan piştî 6 salan ji girtîgehê derket û herçend xwest perwerdeya xwe ya nîvco maye dewam bike jî, zext zêde bû. Polîsê siyasî ku li Nisêbînê bi navê "A Takimi" dihat binavkirin, vê carê li dibistana amadeyî zext li wî kir. Ramazan, vê carê ne ji malê ji dibistanê dema di dersê debû dihat binçavkirin.

TÎMÊN TAYBET GULE LI GEL REŞANDIN Û BI PANZÊRAN PÊL MIROVAN DIKIRIN

Dîlan a ku di Newroza 1992'an de hînê 14 salî bû, ji komkujiya 22'ê Adarê ya li Nisêbînê re şahidî kir û bûyer wiha vegot: "Li Kurdistanê her pîrozbahiyeke Newrozê, teqez bi komkujiya dewletê bi encam dibû. Di sala 1992'an de jî rewş bi vî rengî bû. Di 21'ê Adarê de li Cizîr, Şirnex û Silopiyê dewletê bi sedan mirovên me qetil kir. Bi armanca şermezarkirina vê komkujiyê di 22'ê Adara 1992'an de gelê Nisêbînê herikî qadan. Ji bo beşdarî vê protestoyê bibin, ez, kekê min Ramazan, xwişka min a mezin û pismamên min em ber bi qada Kopriya Alaman meşiyan. Em hinekî dereng mabû. Li pêşberî qadê li ser Çemê Çagê Pira Şehîdan heye. Di her roja taybet de tîmên taybet li ser wê pirê dorê li gel digire. Wê rojê jî gelê me li ser pirê rûniştibû û çalakî lidar dixist. Me xwe amade dikir têkevin hundirê wê qadê, ji nişka ve dengê çekan hat. Tîmên taybet ji panzêran gule li gel direşandin. Kekê min Ramazan em vekişand. Hinek ji mirovên li ser pirê xwe avêtin nava avê, lê hinek ji wan jî di binê panzêrên tîmên taybet de man. Bi sedan mirov birîndar bûn. Li serê her zikakekê tîm û polîsên sivîl hebûn. Kî derdiket pêşiya wan, gule li wan direşandin. Em çawa ji wir reviyan, hînê fêm nakim. Em gelekî bi şens bûn. Eger em wê rojê dereng nemana, emê jî yek ji wan mirovên hatine qetilkirin bûna.

LI KANALA AVÊ NE 16, LÊ 32 CENAZE DERKET

5 deqe piştî em vegeriyan malê, li derê me dan. Yên hatin tîmên taybet bûn. Ji bavê min re gotin, 'Tuyê bi me re werî' û ew bi we re birin. Bavê min hingî mudurê karên avê bû. Dûre me bihîst ku ji bo girtina kanalên avê, ew birine. Wê êvarê dema bavê min vegeriya, digiriya. Cara yekemîn me ew bi vî rengî dîtin. Bavê min ê ku bi xebatkarên şaredariyê re ji bo girtina kanalên avê yên pirê çû bû digot, wan 23 cesedên ji gulereşandinê bûbûn mîna seradê derxistine û veşartine. Piştî vê komkujiyê li Nisêbînê şîna 3 rojan hat îlankirin. Derabe hatin daxistin, meşan dewam kirin.

BIRYARA BI NÛÇEYA KUŞTINÊ RE HAT

Piştî salekê vê carê hovîtiya Hîzbûllahê destpê kir. Malbatên welatparêz û yên ketine girtîgehê yek bi yek tespît dikirin û ew dikuştin. Herî zêde jî xwendekar di hedefa wan de bû. Şeş hevalên kekê min ê xwendekarên pola dawî ya dibistana seretayî bûn, ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin qetilkirin. Di Sibata 1993'an de li hemberî mala me operasyonek hat kirin. Kekê min wê êvarê li malê bû. Mîna ku wê komkujiyê bikin, ketin hundir. Yê ku hat vê carê tîmên cuda yên taybet bûn. Pira 'Îsmaîl Aksa li ku derê ye?' pirsîn. Bavê min got kesekî bi navê Îsmaîl nîne, li ser vê yekê çûn. Meger nav tevlîhev kiribûn, naxwe biryara fermanê ji mêj ve hatibû dayîn. Dûre me bihîst ku tîmên taybet ên beriya mala me çûn malên xizmên me, 6 kes qetil kiribûn. Yek ji wan jî pismamê min ê di emrê min de bû Fethûllah ê 15 salî bû. Tevî ku li malê mêvan hebûn jî, apê min û amojna min li odeyekê girtin, Fethûllah û mêvanek jî derxistin hewşê û ew li wir qetil kirin. Dûre jî çek danîn kêleka wan û mîna gerîla nîşan dan.

Serê sibê piştî ku ev bûyer bihîst kekê min Ramazan biryar da û di 18 saliya xwe de derket çiyê. Baş bû ku çû, ji ber ku di şeva heman rojê de careke din avêtin ser mala me. Hemû tîmên taybet ên hatin rûgirtî bûn û vê carê ne li Îsmaîl li Ramazan Aksa pirsîn. 3 rojan telefona me bi emniyetê ve girêdan û em dîl girtin. Mala me veguherandin qereqolê. Di roja çaremîn de ji ber ku hayek jê nehat girtin, zerar dan malê û bi lêdanê bavê min kirin binçavan. Li Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Nisêbînê 25 rojan li bavê min îşkence kirin. 2 sal mabû teqawît bibe, lê belê ji ber vê binçavkirinê, ji kar hat avêtin."

SALÊN ŞÎNÊ YÊ JI BER XEBERA BI ÊŞ

Piştî vê binçavkirinê, ji bo malbata Aksa êdî jiyan herimî bû. Ji ber serdegirtin û gefên mirinê yên JÎTEM û tîmên taybet, neçar ma herêma xwe ya ku gelekî jê hez dike biterikîne û koçî Stenbolê bike. Dîlan piştî du salan, di sala 1995'an de dema bi xizmên xwe re ji Nisêbînê çû Mîdyadê, li ser rêya Serê Avê di dema kontrola nasnameyan a gerîlayan de kekê xwe Ramazan ê fermandarê tîm bû rast hat. Dîlan ku ji ber kekê wê dijiya kêfxweş bû, ev kêfxweşiya wê zêde dewam nekir. Di sala 1996'an de li mala apê xwe geriya û bihîst ku kekê wê li gundê Akinci yê navçeya Mêrdînê bi sê hevalên xwe re ketine kemînê û jiyana xwe ji dest dane. Ev yek ji bo malbata Aksa bûbû destpêka şîna ku wê bi salan dewam bikira.

LI GEL MUKURHATINA 'ME KUŞTIN' A POLÎSÊN SIVÎL...

Dîlan diyar kir ku piştî ew bi bûyerê hesiyan de bavê wê li gel diya wê çûye ÎHD ya Amedê û got, "Lê belê ji ber rewşa awarte kesî nekarî xwe bigihîne cenazeyan. Dûre me bihîstin ku li Akinci ya Mêrdînê di goreke komî de ye."  Dîlan da xuyakirin ku salek piştî şehadeta kekê wê, polîsên sivîl hatine mala apê wê yê li Nisêbînê dima û jê re gotine, 'Me Ramazan kuştin, di nifûsê de wî mirî nîşan bidin'. Dîlan diyar kir ku li gel vê mukurhatinê jî wan nekarî xwe bigihînin cenazeyê kekê wê.

QET BILA DILÊ DAYIKA MIN REHET BIBE

Ji ber ku bavê wê di sala 1999'an de dema li aqûbeta kekê wê digeriya di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, Dîlan ev têkoşîn dewir girt û 16 sal in li hestiyên kekê xwe digere. Dîlan di Çileya 2013'an de weke çareya dawî serî li Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Mêrdînê da û got, "Bavê min dema li kekê min digeriya, jiyana xwe ji dest da. Qet nebe bila dilê dayika min rehet bibe." Dîlan Aksa ragihand ku ew 20 sal in li Stenbolê dijîn, lê belê rojeke bi tenê jî ew hovîtiya di zarokatiya xwe de dîtiye, ji bîr nekiriye û got, "Hemû mirovên me tinekirin." Aksa diyar kir ku avakirina Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê gelekî girîng e û got, "Divê êdî ev dewlet li hovîtiya xwe ya li hemberî mirovên me pêk anînê, rûbirû bimîne."