17 girtiyên ji doza KCK'ê serbest hatin berdan
17 girtiyên ji doza KCK'ê serbest hatin berdan
17 girtiyên ji doza KCK'ê serbest hatin berdan
17 girtiyên ku ji doza KCK'ê ya Mêrdînê ku di bin navê operasyona "Komîsyona Edaletê ya KCK'ê" dihatin darizandin serbest hatin berdan.
3'emîn rûniştina doza Komîsyona Edaletê ya KCK'ê ya Mêrdînê ku 17 jê girtî 47 siyasetmedarê kurd dihatin darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 17 kesên girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.
Di 9'ê kanûna 2012'an de li Mêrdînê di bin navê operasyona "Komîsyona Edaletê ya KCK'ê" de operasyon pêk hatibû û 47 kes hatibûn binçavkirin. Ji 47 kesan 17 kes hatibûn girtin.