17 kes li Amed û Şirnexê hatin binçavkirin
17 kes li Amed û Şirnexê hatin binçavkirin
17 kes li Amed û Şirnexê hatin binçavkirin
Li navçeya Amed Yenîşehîr û Şirnexê, di operasyonan de 17 kes hatin binçavkirin.
Polîs û tîmên taybet duh bi şev li Şirnexê avêtin ser malan û 16 kes kirin binçavan.
Di serdegirtinên hevdemî yên malan ên li taxên Yeşîlyûrt, Bahçelîevler, Yenî û gelek taxên din de 16 kes hatin binçavkirin. Di dema serdegirtina malan de kolan û tax bi maşînên zirxî hatin dorpêçkirin. Di dema lêgerîna li malan de polîsan heqaret li mirovan kirin û serî li tundiyê dan.
Navê hin ji welatiyên hatin binçavkirin ev e: Kerem Sumbul, Serkan Sumbul, Ebûbekîr Bayar, Ebûbekîr Çevîk, Sîpan Kulter, Agît Nas, Ozgur Taşar, Mehmet Adiguzel û Belavkarê Firatê Ramazan Atak.
Hat ragihandin, sedema binçavkirina kesên birin Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê jî avêtina molotofan a roja 18'ê Cotmehê ya li wesayîta polîsan e.
Di vê navberê de polîsan danê nîvro avêtin ser mala Serokê berê yê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Farqînê Abdûllah Afratûn a li taxa Îplîk a navçeya Amed Yenîşehîrê. Hat hînbûn ku Afratûn bi sedema "Di çarçoveya doza bingehîn a KCK'ê de tê darizandin û cezayê wî zelal bûye" hatiye binçavkirin.
Afratûn ê bi lêdan û zorê hat binçavkirin, birin Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Muduriyeta Emniyetê ya li Amedê.