18 Baroyan piştgirî da pêvajoya çareseriyê

18 Baroyan piştgirî da pêvajoya çareseriyê

Serokên 18 baro û delegeyên lijneyên giştî yên Sêrtê bi daxuyaniyekê piştgiriya xw e ya bo pêvajoyê anîn ziman.

 Serokên Baroiya Êlih, Semsur, Agirî, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Elezîz, Colemêrg, Îdir, Qers, Meletî, Mêrdîn, Muş, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê  û delgeyên lijneya giştî li Baroya Sêrtê hatin cem hev û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Serokê Baroya Sêrtê Parêzer M. Cemal Acar diyar ji bo pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve û pêşî li provakasyonan bê girtin kesên piştgiriyê didin pêvajoyê divê li ziman û usluba xwe baldar bin. Her wiha biryarên ku girtibûn jî aşkera kirin.

Acar bal kişand ser banga Ocalan û got: “Di Newroza Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan ji aliyê hemû kesî ve bi coş û heyecaneke mezin ve hate pêşwazîkirin. Ji bo pêvajoya çareseriyê bigihêje serkeftinê  û bi awayekî ewle hêzê gerîla vekişe divê deshilatdarî û aliyên têkildar  peywira xwe bînin cih.

Ji bo çareseriyeke mayîn de di esasa makeqanûnê de divê mafê perwerdê, welatîbûnê bê ayîn û her wiha astengiyên li pêş azadiya fikr û ramanê bê rakirin, her wiha Kanûna Têkoşîna bi Terorê re bê kirin.”