2 AKP’iyên endamên Meclisê derbazî BDP’ê bûn
2 AKP’iyên endamên Meclisê derbazî BDP’ê bûn
2 AKP’iyên endamên Meclisê derbazî BDP’ê bûn
Li bajarokê Deştadarê ya ser bi navçeya Hezexê ve du endamên meclisa şaredariyê ên AKP’yî derbazî BDP’ê bûn.
Li bajarokê Deştadere ya ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ve Abdulkerîm Ballica û Mehmet Emîn Akman ên di hilbijartinên herêmî yên 2009’ê de ji bo endamtiya meclisa şaredariyê ji AKP’ê hatibûn hilbijartin, bi merasimek ya li Rêxistina Bajarokê Deştadare ya BDP’ê derbazî BDP’ê bûn.
Di merasima ku Alîkarê Serokê BDP’a Şirnexê Aydin Pûsat, Hevserokên BDP’a navçeya Hezexê Nafiye Geçgel û Ekrem Şavli, Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahedîn Acar û gelek BDP’yî amadebûn de, rozeta BDP’ê bi herdu kesên ji AKP’ê îstîfa kirîn ve kirin.
Di merasimê de Alîkarê Serokê BDP’a Şirnexê Pûsat axivî û diyarkir ku, bi tevlîbûna her du kesan ya nava partiyê, êdî hemû endamên meclisa şaredariyê bûn endamên partiyê wan. Pûsat di axaftina xwe de bang li hemû kesên di partiyên sîstemê de siyasetê dikin kir û got: “Em bang li herkesê ku ji aliyê sîstemê ve hatiye xapandin û êrîşî nirxên gelê me nekirî dikin ku bên cihê xwe li cem gelê xwe bigirin. Werin bi gelê xwe re mil bi mil têbikoşin. Ji ber ku roj roja bilindkirina têkoşîna ruhê yeketiya netewiye û azadiyê ye.”
Piştî axaftina Pûsat, bi çepikan rozetên BDP’ê bi Ballica û Akmanê ji AKP’ê îstîfa kirîn ve kirin. Abdulkerîm Ballica anî ziman ku, wî ji ber polîtîkayên AKP’ê ên nesamîmî li hemberî pirsa Kurd îstîfa kirine û got: “Di paketên ku AKP’ê aşkera kirî de yekê jî pirsgirêka gelê Kurd çareser nekir. Min jî ji ber vê îstîfa kir.” Mehmet Emîn Akman jî da diyarkirin ku, ew pir keyfxweşe ku derbazî BDP’ê bûye û got, ew dê ji niha û pêve li cem gelê xwe be.