2 jinên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da dispêrin axê

2 jinên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da dispêrin axê

Saziya Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê vexwend ku tevlî merasîma spartina axê ya her dû jinên ciwan ku bi topên hewanên ê ji aliyê Tirkiyê ve li Serêkaniyê ketin jiyana xwe ji dest dan bibin.

Hêlîn Şêxmûs a 18 salî û Bêrîvan Şêxmûs a 20 salî ku li Serêkaniyê di encama tobarana hawan de ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi ser malên sivîlan de ketibûn jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê her du jinên ciwan ên Kurd dê îro bi merasîmeke li goristana şehîd Rûstem Cûdî bispêrin axê.

Merasîm di saet 10.00 de dê ji ber ocaxa Tenduristiyê ya Dirbêsiyê ku cenazeyê her du jinên ciwan têde ne dest pê bike.