2 kes li Cizîrê hatin girtin

2 kes li Cizîrê hatin girtin

Li Cizîrê ji 5 kesên ku hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin.

Duh li Taxên Nûh û Cûdî yên Cizîra Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Ji 5 kesên hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin û şandin girtîgehê.

Kesên ku hatin binçavkirin piştî  îfadeyan sewqî dozgeriyê kirin. Li dozgeriyê di îfade girtinê de 3 kes serbest hatin berdan, 2 kes jî bi biryara girtinê sewqî Dozgeriya Amedê kirin.

Welatiyên bi navê M.Emin Goçer û Beraat Ozdemîr bi îdîayên ku "Tevlî çalakiyên dij zagonî bûne" ji aliyê Dozgeriya Amedê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.