2 kes li Cizîrê hatin girtin

2 kes li Cizîrê hatin girtin

Ji 7 kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan de hatin girtin 2 jê hatin girtin.

Ji 7 kesên li taxên Nur, Dagkapi, Sûr û Cûdî yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê Hekîmê Diranan Orhan Şansal, xebatkarê Şaredariya Cizîrê Sabrî Dal û Hanim Gul serberst hatin berdan û 4 kesên din jî şevê din anîn Edliyeya Cizîrê.

Piştî îfadeyên dozgeriyê Ludarîcuz û Sekvan Oflaz serbest hatin berdan û 2 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgehê ji Abdullah Yay û Beytullah Akil bi îdîaya têkiliya wan bi cînayeta sercerdevanê rojên borî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da heye girtin û şandin girtîgehê.