2. Konferansa Dayikên Aştiyê di roja 2. de ye

2. Konferansa Dayikên Aştiyê di roja 2. de ye

2. Konferansa Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya li Amedê, di roja duyemîn de ye. Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan di axaftina xwe ya li vir de got, "Çawa ku hûn ji felsefe û vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzê digirin, ew jî ji we hêzek mezin digire." 

2. Konferansa Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ev du rojin li Navenda Çanda Ciwanên Cegerxwîn didom e, di rûniştina serê sibehê de daxwazên dayikan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li civînê da. Di salonê de Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Malbatên Sema Yuce, M. Hayrî Durmuş, Medeni Yildirim, Aydın Erdem, Evrim Demir, Şahîn Onen, Mehmet Karasungur, Ertem Karabulut (Numan Amed), 53 dayikên Roboskî, dayikên 15 jinên HPG'yî yên li bejahiya Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan, ji Rojava, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên hemû herêman beşdarê konferansê bûn. 

Di rûniştina roja duyemîn de destpêkê Xwişka ji pêşengên kadroyên PKK'ê Mehmet Karasungur Zarîfe Karasungur, axaftinê kir û diyar kir ku wê dixwest dayika wê jî îro li vir be lê me wê winda kir. Karasungur, wiha got: "Lê ji bo min hûn hemû dayikên min in. Em ji we hêz digirin. Her çiqas êşa me mezin be jî ev tablo bes e, ev yekîtiya dayikan bes e. Dema mirov bêje dayikên kurd azadî tê bîra mirov, lewre ev têkoşîna we ya bêhempa ji bo aştiyê ji bo azadiyê beranberê her tişti ye. Dema ez li nexweşxaneyê li ber serê dayika M. Xeyrî Durmuş rûniştibûm, gotineke wê qet ji bîra min naçe û fedekariya dayikên kurd datanî holê. Wiha got 'Xeyriyê min ji bo gelê kurd feda kir, min jî ji bo Xeyrî çavên xwe feda kir, lê ne bes e, ji bo keç û xortên kurd nemirin em çi bikin jî kêm e!' Ev gotin fedekariya dayikên kurd datîne holê." 

Piştre Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan mafê axaftinê wergirt û bi gotina "Min silavê birêz Ocalan ji we dayikan re anî" dayikên aştiyê bi deqeyan li ser lingan bi dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" çepikan dan. Bûldan, da zanîn ku ew di her civîna bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re silavên xwe ji dayikên aştiyê re ji hemû dayikan re dişîn e. Bûldan, gotineke Ocalan a derbarê jinan de wiha anî ziman "Di civînekî de gotina birêz Ocalan a 'Me ev têkoşînî bi jinan destpê kir, bi jinan dom kir û em dê bi jinan tacîdar bikin'. Ev yek baweriya birêz Ocalan a ji jinan re dide nîşandan. Sedema em îro li vir in jî ew e ku hemû dayik ji bo êşên ku dikşîn in, ji bo ewladên xwe jiyana xwe ji dest dane, ji bo cangoriyên xwe bînin ziman e. Em dayikên kurd tu caran şer neqêriya ye, her tim aştiyê qêriya ye. Em dizanin ku dê di vê konferansî de biryara şer dernekeve, ji ber ku hûn dayik her tim ji bo jiyankirina ciwanan têkoşînê didin. Hûn şer naxwazin ji ber ku di gena we de jiyan, jiyankirin heye." Buldan, hin axaftin û daxuyaniyên dayikên aştiyê ku di dem û cihên cuda gotine yek bi yek got û ev tişt gotin: "Dayikek gotiye 'Şer zivistane, aşitî havîn e. Werin em bi hev re havînê bîn in'. Vê yekî baş zanibin ku birêz Ocalan li pişt me ye, eger ku em li her derî bibêjin birêz Ocalan li pişt me ye, dê birêz Ocalan jî bi hêztir bibe. Me çû cihê ku ev 14 sale birêz Ocalan tê de dimîn e têkoşîna azadiyê dide. Di odeyek tenê gavek heye de têkoşînek e bêhempa dide. Êdî dewlet û hikumeta AKP'ê dît ku ligel vê tecrîda giran jî nikare tiştekî bike, neçar ma ku diyalogê bi birêz Ocalan re danî. Ev yek bi çalakiya greva birçîbûnê ya zarokên we yên di girtîgehan, cangoriyên we yên li serê çiyan, têkoşîna we dayikan û hemû gelê kurd hate vê merheleyî. Divê hemû dayik bibin yek ku Serokwezîrê lêborînek ji dayikên Roboskiyan re nekir, êşa dayikên li Rojavayê nasnake, bîne rê. Ji ber vê yekî yekîtî divê bê xurtkirin. Ez dê konferansî ku daxwaza we ya azadiya birêz Ocalan di hevdîtinekî din ji birêz Ocalan re ragihîn im. Ji ber ku her gavên hûn davêjin dişopîn e, her têkoşîna we pîroz dike, çewa hûn ji felsefe û vîna birêz Ocalan hêz digirin ew jî ji vê têkoşîna we, fedekariya we hêz digire." 

'DIVÊ EM BI XWE BAWER BIN'

Piştre ji Dayikên Şemiyê Dondu Ergîn axivî û diyar kir ku hemû dayikên kurd êşek mezin dikşîn in lê vê êşê encax bi xebatê kêm bikin. Ergîn, da zanîn ku her kes dikare bibe Serokkomar, Serokwezîr lê nikare bibe pêşeng, serok, rêber û wiha got: "Em kurd pir bi şens in ku serokatiyek wiha bi me re ye. Em dayik jî divê baweriya xwe bi serokê xwe bînin. Divê em bi paket maketên hikumetê û dewletê bawer nekin, çi bikin em dayik bikin, em bixwe bawer bin bes e. Em bi serokatî û gerîlayên xwe bawer bikin." 

Dayika Sema Yuce ya di girtîgehê de agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest da Zenîbe Yuce jî, diyar kir ku divê di hemû tax, bajêr, navçe, gund, malan de xebatên xwe xûrt bikin. Yuce, anî ziman ku heke ew xebatên xwe xûrt bikin Erdogan nikare minetekî bike, Erdogan kurdan qebûl bike çi ye qebûl neke çi ye, ji xwe dê bi xwezayî ew bixwe hewceyê kurdan bibe. 

Piştî axaftinan navbêra xwarinê hate dayîn û piştî xwarinê di rûniştina piştî nîvro de wê danezana encamê bê amadekirin û saet di 16:00 de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bê aşkerakirin.