Du birayên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê ku di sala 2008 de bi hinceta endamên rêxistina El Qaîdeyê de li Swîsreyê hatin girtin, li Baselê hatin darizandin. Ev her du Kurdên ku bi pêkanîna peyamên di navbera El Qaîde û rêxistina Ensar Îslam a ku serokê wê Mele Kirêkar e, tên darizandin, piştî çar salan bi merc hatin berdan.
Serdozgeriya Federal a Swîsreyê ya ku lêpirsînê bi rê ve dibe, xwest ku 5 sal cezayê girtîgehê li her du birayên ku navê wan nehatin aşkerekirin, bê birîn. Lê ev daxwaz ji aliyê dîwana dadgehê ve hate redkirin. Hat diyarkirin ku ev her du bira, li ser tûra înternetê di nava El Qaîdeyê de xwedî rolek girîng in û bi navên cûda bi vîdeo û nivîsan propagandaya El Qaîdeyê dikin.
Piştî darizandinê berdevkê çapemeniyê yê dadgehê Jacqueline Bühlmann, diyar kir k her du bira bi merc serbest hatine berdan, divê her hefte îmze bidin polîsan. Lê mafê penaberiya her du birayan ku i aliyê Daîreya Penaberan ve hatibû qebûlkirin, hate betalkirin. Hate zanîn ku birayan ji bo vê yekê serî li Dadgeha Federal dane.