2 şervanên YPG’ê di qezaya trafikê de jiyana xwe ji dest dan

2 şervanên YPG’ê di qezaya trafikê de jiyana xwe ji dest dan

Şervanên YPG'ê Ebdilxenî Silêman û Murşid Hesen ên duh di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîdan a Gundê Dugirê sipartin axê.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ebdilxenî Silêman û Murşid Hesen duh êvarê dema ku ji ser benda kontrolê ya li nêzî gundê Xezne bi motorsikletê diçûn Qamişlo, li wesayitekê qelibîn û di encama qezayê de jiyana xwe jidest dan. Cenazeyê her du şervanan îro bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Ebdilhemîd a li gundê Dugirê yê Tirbespiyê hatin definkirin.

Ji bo merasîma cenazeyan îro bi sedan welatî çûn gundê Xezna. Girseya gel cenazeyê şehîdan ji mizgeta gundê Xezna hilgirtin û bi karwanekî wesayitan birin Goristana Şehîd Ebdilhemîd ya gundê Dugirê yê Tirbespiyê. Cenaze li vir ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîda û malbatên herdû şervanên YPG'ê axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan cenazeyê Ebdilxenî Silêman û Murşid Hesen bi sloganan spartin axê.