2 şervanên YPG'ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
2 şervanên YPG'ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
2 şervanên YPG'ê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mamed Kino (Kemal Pîr) û Mahir Xelîl (Doxan Efrîn) ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
Bi hezaran ji welatiyên herêma Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Mamed Kino (Kemal Pîr) û Mahir Xelîl (Doxan Efrîn) ên ku di pevçûnên dawiyê yên li aliyê rojava û rojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.
Ji bo wergirtina cenezayan welatî li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Girseya gel ji wir bi karwaneke wesayîtan û meşvanan berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle.
Li goristanê merasîm hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto axivî û ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwest. Îto di nav axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li herêmên Cezaa û Til Hemîsê derbên xwarin û şikestin, bi giranî berê êrîşên xwe dane Kobanê.
Piştre malbatên her du cangoriyan axivîn û diyar kirin ku ew bi têkoşerên xwe serbilind in û soza rakirina çeka zarokên xwe dan.
Li dû axaftinan, welatiyan cenazeyê her du şervanan di nav tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi cangoriyan re spartin axê.
Hêjayî gotinê, her du têkoşer di pevçûnên beriya 2 rojan de bi giranî birîndar bibûn. Ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê. Tevî hewldanên rizgarkirinê li wir jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê her duyan îro di deriyê sînor derbasî herêmê bûn.