2 şervanên YPG/YPJ'ê li Mêrdînê hatin veşartin

2 şervanên YPG/YPJ'ê li Mêrdînê hatin veşartin

Şervana YPJ'ê Cemîle Erol û şervanê YPG'ê Şeymûs Alak ên li Kobanê û Qamişlo jiyana xwe ji dest dan, li Mêrdînê hatin veşartin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Cemîle Erol (Avaşîn Basya) ku li gundê Ebû Qasayîb yê Rojava di encama pevçûna bi çeteyên DAIŞ'ê re di 19'ê Îlonê de jiyana xwe jidest da, piştî kar û barên otopsiyê ji Amedê ber bi Dêrikê ve derxistin rê. Cenazeyê Erol, li navçeyê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û ber bi Goristana Şêx Hesen ve hat birêkirin. Di dema meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên PKK'ê û alên PKK, KCK' û YPG'ê hatin hilgirtin. Piştî cenazeyê Erol hate definkirin girseyê sirûda "Çarxa Şoreşê" xwend. Rêveberê MEYA DER'ê Tahîr Adal, li goristanê axaftinek kir û got ku ji bilî berxwedanê ti sonda Kurdan a cuda nîne.

Dayika Erol Halîde Erol jî diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û bang li her kesî kir ku tevlî berxwedana Kobanê bibin. 

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şehmûs Alak (Botan Mêrdîn) ê di 16'ê Îlonê de li gundê Şermûx ê Qamişlo bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da bû vê sibê ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hate girtin û ber bi navçeya navendî a Artûklû ya Mêrdînê ve hate birêkirin. Cenazeyê Alak, piştî gihişt Mêrdînê anîn Mizgefta Nurî Sarûhan. Cenazeyê ku ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û ji bo definkirinê ber bi goristana malbatê ya li taxa Mensûriyê hate birêkirin, pitî wecîbeyên olî hate definkirin. Di merasîmê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê dirûşme hatin qîrîn.

Rêvebera MEYA DER'ê Gulbeyaz Guneş di merasîmê de axaftinek kir û got: "Ciwanên me li Rojava û Şengalê canê xwe feda dikin. Ev ciwan rûmeta me ne. Serê Kurdistanê sax be. Em şehîdên xwe ji bîr nakin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku tevlî merasîmê bûn jî axaftinek kir. Turk, got ku ti kes nikare êdî gelê Kurd tine bike û da zanîn ku gelê kurd wê ser bikeve. 

Sersaxiyên ji bo Alak li Mala Sersaxiyê ya taxa Yalimkoyê tên qebûlkirin.