20 birîndarên komên çete anîn Serêkaniya Rihayê
20 birîndarên komên çete anîn Serêkaniya Rihayê
20 birîndarên komên çete anîn Serêkaniya Rihayê
Li derdora 20 kesên komên çete yên di şerê li dijî şervanên YPG’ê de birîndar bûn, anîn nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê.
Piştî ku komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kirin, 11 roje di navbera komên çete û şervanên YPG’ê de pevçûnên giran rû didin. Di encama van pevçûnên didomin de komên çete windahiyên mezin dide, her roj ji komên çete birîndaran tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê. Li gorî çavkaniyên ji nexweşxaneyê hatine girtin, di pevçûnên ji şevê din ve didomin, bi ambulansên Tirkan derdora 20 birîndarên komên çete anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê.
Tê diyarkirin ku, li rexmê welatiyên Serêkaniya Rihayê li dijî komên çete yên li nexweşxaneyan tên dermankirin derdikevin jî, dewlet birîndaran li nexweşxaneyê derman dike. Ji duh ve du birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê û yek jî ku sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê kiribû mirine.
Pevçûnên li Serêkaniyê didomin.