20 Ciwan tevlî YPJ'ê bûn
20 Ciwan tevlî YPJ'ê bûn
20 Ciwan tevlî YPJ'ê bûn
20 jinên ciwan ên herêma Efrînê piştî bidawîkirina perwerdeya leşkerî tevlî refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn.
Beriya mehekê Dibistana Şehîd Şehîd Silav a leşkerî dewreya 20 jinên ciwan dabû destpêkirin. Dewre bi navê Şehîd Hêvî hat organîzekirin.
Di dewreyê de ciwanan waneyên ramyarî tevî waneyên hunera leşkerî dîtin. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Fermandara YPJ'ê Bêrîvan Cûdî rewş û rûdanên dawî yên herêmê nirxand.
Cûdî bal kişand ser rewşa jinan bi giştî û bi taybet jina Şengalî û got ku Yekîneyên Parastina Jin misogeriya bidestxistina mafên jina Kurd e.
Paşê şervanan sonda leşkerî xwarin û soza parastina hemû herêmên Rojava dan.