21. salvegare Govara Nûbiharê

21. salvegare Govara Nûbiharê

21. salvegare Govara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê despê kir.

21. salvegare Kovara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê despê kir li vahiya Midûriyeta Şanoya Sekoratiya Çand û Turîzmê despê kir. Di Sempozyumê de ligel gelek beşdaran, endam û rêvebirên Govara Nûbiharê, Parlementerê BDP'ê Altan Tan, gelek zanyarên ku li derveyî welat û Tirkiyê û hemû civakên sivîl yên li Amedê beşdar bûn. Li ser navê lijneya Sempozyumê axaftina vekirinê Prof.Dr. Ahmet Erkol kir û wiha got: "Bi munasebeta 21'emîn salveger Govara Nûbiharê bi mijara Sempozyuma Navneteweyî ya dîn, ziman û nasnameyê hat avakirin. Ev Sempozyum saleke xebatên wê berdewam dike. Govara Nûbiharê 21 salin bi zur û zehmetiyan weşana xwe heya roja îro berdewam kiriye."
Piştî Erkol, edîtor û pêşengê Kovara Nûbihar Suleyman Çevik axivî û diyar kir ku li ser xebatên Govara Nûbiharê re 21 sal derbazbûye û wiha got: "Nûbihar bi sekneke îslamî û mirovahî bi daxwaza zimanê kurdî ilm û zanîn geş bibe, zimanê kurdî pêş bikeve di çanda zimanê kurdî xizmet kiriye. Li ber asîmîlasyon û qedexeyan sekneke mirovahî sekiniye. Wêjeya kurdî her roj tiştek din lê zê de dibe. 21 sal li ser xebata Nûbiharê re derbaz bûye em şukur dikîn dinava hemû zehmetiyan de xwe gihad heta roja îro. Ew kesên ku divê xebatê de keda wan heye em spasdarên wanin."Piştî Çevîk, Parlementer Altan Tan axivî. Herî dawî Prof.Dr. Baskin Oran, ji dirokê 1876'an heta niha ji qanûna Esasî mesleya kurdî bi stalaytê axaftinek kir. Sempozyum bi axaftinan berdewam kir.