23 partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê dikin
23 partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê dikin
23 partî û rêxistinên civakî ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê dikin
Li navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê 23 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di rojên pêşiya me de ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê didin destpêkirin.
Li herêma Kurdistanê navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê 23 partî û rêkxistinên ku di nav de PDK, YNK, GORAN, PÇDK, Komeley Îslamî, Yekgirto, Hizba Şiî jî hene, ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê didin destpêkirin. Endamên kampanya alîkariyê dan diyar kirin ku, wê komkirina alîkariyê li Baxê Giştî yê Qeladizê bê destpêkirin û ji hemû gelê Qeladizê xwestin ku eleqedariyê nîşanî kampanya alîkariya gelê Rojava bidin. Her wiha endamên kampanyayê bang li hemû aliyan kir ku li hemberî rewşa gelê Rojava bê deng nemînîn û alîkariya ji destê wana tê bikin.