25 gerîlayên PKK'ê li Goristana Şehîdan a Xerzanê hatin definkirin
25 gerîlayên PKK'ê li Goristana Şehîdan a Xerzanê hatin definkirin
25 gerîlayên PKK'ê li Goristana Şehîdan a Xerzanê hatin definkirin
25 gerîlayên PKK'ê yên di salên 1990 de li bejahiya Bêdlisê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan li goreke komî hatibû veşartin, li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" ya li gundê Olekê hat veşartin.
Piştî ku cenazeyê 15 gerîlayên PKK'ê hefteya bihurî bi awayekî girseyî hat veşartin, duh jî cenazeyê 25 gerîlayan li alên PKK'ê hat pêçandin û piştî merasîma girseyî li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" hat veşartin.
Di merasîmê de malbatên gerîlayan, girseyeke qelebalix a gel, Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Bêdlisê M. Can Demîr û Nûnerên MEYA-DER ê Bêdlisê Nîhat Karababa amade bûn.
Cenazeyên gerîla bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" anîn qada merasîmê û li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin hilgirtin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêdlisê Demîr peyivî û got, "Em îro li vê derê 25 hevalên xwe bi rê dikin. Em dizanin ku me di vê têkoşînê de bi hezaran şehîd dane. Bi saya van şehîdên xwe û Rêber Apo em hatine van rojan. Bila dost û dijmin baş bizanibin; em heta dawiyê li dû têkoşîna şehîdên xwe ne. Emê xwedî li keda şehîdên xwe û vê têkoşînê derkevin û rêya xwe dewam bikin."
Dûre dayika bi navê Rabîa Akgun a kurê wê di şer de jiyana xwe ji dest da axivî û got, "Emê bi ser bilindî şehîdên xwe rakin. Em aştî, xwişk-biratî û azadiyê dixwazin. Divê êdî Kurd dest ji cerdevaniyê berdin, em êdî nava xwe de ajan û MÎT'ê naxwazin. Dem dema yekitî û hevrebûnê ye. Pêwîste gelê Kurd êdî ji hev re bibe alîkar. Divê êdî ev şer biqede."
Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Zenderlîoglû jî ragihand ku ew dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin û bi awayekî azad li ser vê xakê bijîn û got, "Ti kes ne xwedî wî mafî ye ku vî mafî ji me re bibexşîne. Çawa ku bi ked û kolandina bi serê derziyê em hatin van rojan, emê ji niha û pê ve jî bi vî rengî bimeşin. Vaye em pêş çavên we 25 şehîdên xwe bi rê dikin. Li binê vê axê bi hezaran ji wan radizên. Şehîd Kendal hînê di binê vê axê de ye. Kurdistan bi xwîna şehîdên me ji nû ve şîn dibe û bi ronahiya mîna tavê ber bi azadiyê ve diçe. Li Rojava îro gelê me bi gavên xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe. Eger pêwîst me emê jî biçin. Em soz didin şehîdên xwe; emê di vê rêya we ji bo me vekiriye de her bimeşin."
Nûnerê MEYA-DER ê Bajarê Bêdlisê Karababa jî da xuyakirin ku beşeke mezin a ji 25 gerîlayên niha hatine veşartin agahiyên nasnameyên gelekî kêm in, yên hene jî navên wan ên kod û çend agahîne, lewma ewê ji bo diyarkirina nasnameyên wan serî li meqamên pêwendîdar bibin ku bi mînakan testa DNA bê kirin.
Karababa der barê gerîlayên PKK'ê yên nav an jî navên wan ên kod d agahiyên heyî bi vî rengî parve kir:
"Şehîdên me yê bi nasnav Welat ê dis ala 1994'an de li Şêx Cûma şehîd ketiye. Şehîda me ya bi navê Aysel a ji Stenbolê beşdar bûye û di sala 1994'an de li heman herêmê şehîd ketiye. Şehîdê me yê bi nasnav Erdal ê di sala 1994'an de beşdar bûye, navê bavê wî Alî navê diya wî Makbule ye. Şehîdê me yê ji Êlihê yê di sala 1994'an de li qada Şêx Cûma yê gundê Helekanê şehîd ket. Şehîdên sala 97'an ên li Norşên Dûav, şehîdên sala 98'an ên li Azapşer, Gewaş, şehîdên sala 95'an ên li Şena, şehîdên salên 91-92 ên li Sape, Kûmaş, Helekan."
Piştî axaftinan, girseya gel darbestên gerîlayên PKK'ê da ser milê xwe û bi dirûşman bir "Goristana Şehîdan a Xerzanê" û ew veşartin. Li ser goran hejmarek hat danîn û hat ragihandin ku bi aşkerabûna nasnameyên wan re dê nav li ser bê nivîsandin.