25 kamyon alîkarî ji Rojava re hate şandin
25 kamyon alîkarî ji Rojava re hate şandin
25 kamyon alîkarî ji Rojava re hate şandin
Alîkariyên ku ji Colemêrg û Agiriyê hatine komkirin piştre 25 kamyonên şandine navçeyên Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê, ji Deriyê Sinor ê Şenyurtê şandin Dirbesiyê.
Bi armanca piştevaniya bi Rojava re alîkarî û malzemeyên tibî ên li Colemêrg û Agiriyê piştre li navçeya Qoser û Nisêbînê ya Mêrdînê hatin komkirin, li vir li 25 kamyonan hatin barkirin. 25 kamyonên tejî malzemeyên alîkariyê ji bo bişînin Rojava anîn Deriyê Sinor yê Şenyurtê.
Alîkariyên ku ji aliyê Serokê BDP’a Qoserê Fetah Tekîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, alîkarên şaredar û endamên meclisa şaredariyê ve anîn deriyê sinor, ji bo bibin Dirbesiya Rojava radestî yekîneyên Kizilayê kirin. Karwana alîkariyê ya ku Rojnamevan Cengîz Çandar û Nûray Mert jî pêre hatin, piştre yek yek ji aliyê leşkeran ve hatin kontrol kirin.
Piştî kontrolan kamyonên alîkariyê ji deriyê Şenyurtê şandin bajarê Dirbesiyê yê Rojava.