26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyan Rojava
26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyan Rojava
26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyan Rojava
Di nava 3. mehên dawî de zêdetirî 26 hezar û 800 welatiyên ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn, ji ber şertên dijwar û nêzîkahiyên rêvêberiya herêmê vegeriyan Rojava.
Di demên dawî de hejmara koçberên ji Rojava çûbûn Başûrê Kurdistanê û ji ber şertên nebaş û nêzîkahiyên rêveberiya herêmê vedigerin malên xwe zêde dibe. Li gorî agahiyên ji Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka û Asayîşa Rojava hatine girtin, di nava 3 mehên dawî de zêdetirî 26 hezar û 800 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan malên xwe.
Endamê Asayîşa Rojava Dilbirîn Efrîn ku li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê peywîrdar e, diyar kir ku di nava 3 mehên dawî de ji sînorê gundê Şerikê re 10 hezar û 488 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane malên xwe. Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku di rêya gundê Keleha Tawis û Gira Sor ku wek rêyên qaçax tên zanîn de jî di nava mehekê de zêdetirî 300 koçber ji Başûr vegeriyan malên xwe.
Endamê Komîteya Têkiliyan a Deriyê Sînor ê Sêmalka Nûrî Reşad jî da zanîn ku rojane hejmara koçberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerin zêde dibe û carna ji hezar kesî dibore. Reşad da zanîn ku ji destpêka meha Tîrmehê heta 14'ê Cotmehê hejmara koçberên di Deriyê Sînor ê Sêmalka ji Başûr derbasî Rojava bûne gihiştiye 15 hezar û 412'an.
Koçberên ku vedigerin malên xwe diyarkirin ku rewşa koçberên Rojava yên di kampên Başûr pir xirabe û pêdiviyên wan ên jiyanî nayên bicîhanîn. Koçberan di rêyên qaçax re jî tên destnîşan kirin ku rastî astengiyên pêşmergeyan tên.