27 girtî ji girtîgeha Midyatê sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê kirin
27 girtî ji girtîgeha Midyatê sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê kirin
27 girtî ji girtîgeha Midyatê sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê kirin
Hate diyar kirin ku, ji girtîgeha Tîpa M ya Midyatê 21 Çileyê 27 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F û M ya Tekîrdagê hatin kirin. Li ser navê girtiyan girtiyê bi navê Hakki Akinci bi malbata xwe re bi riya telefonê bi axivî û diyar kiriye ku, ew ji 21 Çile ve hatine sirgûnkirin û piştî sirgûnê binpêkirina mafan zêde bûye.
Hate zanîn ku, ji girtîgeha Tîpa M ya Midyadê 21 Çileyê 27 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F û M ya Tekîrdagê hatine kirin. Ji 27 girtiyan 18 kes şandin Tîpa F û 9 kes jî şandine Tîpa T. Hate hînbûn ku, tu hîncet nehatiye nîşandan û ew sirgûn kirine. Li ser navê girtiyan girtiyê bi navê Hakki Akinci bi telefonê li malbata xwe ya ku Êlihê dimînin geriya ye û agahiya sirgûnê daye malbata xwe. Akinci diyar kir ku, ew nizanin ji ber kîjan hîncetan û bê hîncet hatine sirgûnkirin û daye zanîn ku, piştî ew hatine sirgûn kirin di qawişa ku ew tê de dîminin binpêkiran mafan derketiye asta herî jor.
Akinci destnîşan kirin ku, tenê di navbera demjimêr 24.00 û 07.00’an de avê didin wan û her tişt bi awayekî buha difiroşin wan. Akinci da zanîn ku, kîloya baca bi tenê 5 TL’yan difiroşin û wan hemû zexîreyan bi pereyek zêde difiroşin. Akinci destnişan kir hemû alavên wan ên wek gustîl, kemera navê, pêlav û rûyê doşekan ji wan standine.