27 sazî û rêxistinan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin
27 sazî û rêxistinan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin
27 sazî û rêxistinan êrîşên li ser Rojava şermezar kirin
Rêxistin û saziyên sivîl û partiyên siyasî ên Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çekdar ên dawî li dijî Rojavayê Kurdistanê û silavkirina berxwedana YPG’ê daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, hêzên aştîxwaz û muxalefeta Sûriyê hate kirin ku derbarê êrîşan de helwesta xwe nîşan bidin.
Îro li ber navenda Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo nûnerên 27 sazî, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Rojava û silavkirina berxwedana YPG’ê hatin cem hev û daxuyaniyek hevbeş dan, piştre nûnerên rêxistin û saziyên sivîl û partiyên siyasî li ser daxuyaniyê îmze kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev demeke herêmên Rojava rastî êrîşên hêzên tarî ku nûnertiya wan DAIŞ/Cebhet El-Nusra dike ku ji ser sînorên welatên cîran derbasî Rojava dibin û êrîşê Rojava dikin. Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên behsa mijarê di êrîşên xwe de hemû şêwazên li dijî mirovahiyê bikar tînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên terorîst li dijî herêmên Rojava yên bi ewle ku bi hezaran malbatên Sûriyê yên ji deverên din koçberbûne û lê bi cih bûne êrîşan pêk tînin û wiha dom kir: ‘‘Êrîş li dijî hemû pêkhateyên herêmê ji kurd, ereb, suryanî, asûrî û ermenî pêk hatine. Em wek partî, rêxistin û saziyên civakî yên sivîl û tevgerên ciwanan êrîşan şermezar dikin û bang li hemû hêzên navnetewî, hêzên muxalefetê û hêzên aştîxwaz dikin ku helwesta xwe li dijî êrîşan diyar bikin.’’
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana hêzên YPG’ê hate silavkirin û bang li hemû gelê herêmê hate kirin ku piştgiriya YPG’ê bikin.
Navê Sazî û rêxistinên ku li ser daxuyaniyê îmzekirine ev in:
Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Sûryanî, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Partiya Komunîst a Kurdistanî, Partiya Demokratîk a kurd a Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî, Partiya Îradeya Gel, Tevgera Kurdistana Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyê, Înîsiyatîfa Jinên Sûriyê, Yekîtiya Gel, Yekîtiya Star, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jinê, Tevgera Ciwanên Guhertinê, Yekîtiya Ciwanên Kurd, Komeleya Soparto, Yekîtiya Endazyaran, Yekîtiya Mamosteyan, Yekîtiya Xwendekaran, Saziya Zimanê Kurdî, Yekîtiya Karkeran, Meclîsa Tenduristiyê, Yekîtiya Bazirganan, Meclîsa Ciwan û Sporê, Yekîtiya Zenetkaran.