270 Kurdên sivîl hînê di destê çeteyan de ne
270 Kurdên sivîl hînê di destê çeteyan de ne
270 Kurdên sivîl hînê di destê çeteyan de ne
Komên çete yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad li bajarê Helebê berî niha 300 welatiyên Kurd revandibûn. Hate zanîn 30 ji welatiyê yên hatibûn revandin, berdane.
Komên çete yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad li bajarê Helebê 6’ê Îlonê vir ve 300 welatiyên Kurd di dema êrîşên taxên Seken El-Şebabî, Eşrefiyê, Benî Zêd û taxên ketine bin desthilatdariya Artêşa Azad wek Heyderiyê û Bustan Paşa dema di bendên kontrolê re derbas dibûn revandibûn. Hate zanîn 30 ji wan serbest berdane.
Welatiyên ku hatine hatin berdan duh gihîştin taxên xwe û diyar kirin ku çeteyên Artêşa Azad di rojên cuda de wan ragirtine, ji destpêka êrîşên li ser taxên Kurdan û piştî hatin revandin bi deh rojan ew veguhistin bajarokê Heyanê û li vir ew kirin bin lêpirsînê.
Welatiyan diyar kirin ku komên çete bi awayekî hovane bi riya teker, ceyranê û gelek şêwazên din îşkence li wan kirine û gotinên kirêt bi wan re kirine. Her wiha diyar kirin ku di nav girtiyan de jin û zarok jî hebûn.
Welatiyan aşkera kirin ku komên çete hemû tiştên li gel wan ji wan standine û tiştek li wan venegerandin.
Hin ji welatiyên hatine berdan ev in: Ehmed Elîko, Farûq Mihemed, Celal Mislim, Welîd Qelendir, Ibrahîm Ebdilrehman, Ednan Mistefa Xilo, Mihemed Hec Emîn, Mihemed Ibrahîm, Şikrî Xeco, Fadil Reşîd, Îsam Qedora, Ehmed Nasir, Mehmûd Abdulah, Hemzê Hac Xelîl, Emar Betal, Basêm Ehmed û Mihemed Hec Osman.”