29 jê di çalakiya fedaî de 84 çete hatin kuştin

29 jê di çalakiya fedaî de 84 çete hatin kuştin

YPG'ê der barê şer û pevçûnên duh de agahî da û destnîşan kir ku 29 jê di çalakiyeke fedaî ya li eniya başûr bi giştî 84 çete li her sê eniyan hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 5 şervanên çalakiya fedaî lidar xistin, jiyana xwe ji dest dan. Li eniya başûr jî, piştî şer pêwendî bi 2 şervanan qut bû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê encamên şer û pevçûnên dawî yên li Kobanê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 8. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, bi berxwedana fedaîyane ya hêzên YPG/YPJ'ê re li her sê eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê pêşveçûna çeteyan hatiye astengkirin û derbên giran li wan tê xistin.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku çeteyên ji aliyê rojhilat ev êrîşî Kobanê kirine ketine kemîna hêzên YPG'ê û bi qasî hatiye tespîtkirin di çalakiya li vir de 11 çete hatine kuştin.

Hat ragihandin ku hêzên YPG'ê li hemberî du baregehên çeteyên ên li derdora gundê Ayn Betê yê li eliya rojhilat, êrîşeke hemwext pêk anîne û bi qasî hatiye zelalkirin 13 çete li vir hatine kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR ÇALAKIYA FEDAÎ: 29 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eniya başûr duh pevçûnên dijwar qewimîne û bi berxwedaneke lehegnî derbên giran li çeteyan hatine xistin. Di vê derbarê de ev agahî hat dayîn:

"Li hember çeteyên ku dixwestin di eniya başûr de bi pêş ve biçin, li nêzî gundê Gewrî çalakiyeke fedaî hatiye pekanîn. Tîmekî me ya fedaî ya ku ji 5 rêhevalê me pek dihat ketin nava çeteyên bi şeklekî kom disekinîn, li vir demek direj pevçûn û derbên giran li çeteyan xistin. Bi qasî ku hatiye zelal kirin di vê çalakiyê de herî kêm 29 çete hatine kuştin. Di encama çalakiyê de 5 rêhevalê me yê fedaî gihiştin şehadetê.

Hêzên me li hember êrîşên çeteyan ên li gundên Ziravik û Bêrxbatan ku li heman eniyê ne, bi çalakiyan bersiv dan. Piştî van çalakiyan li qadê pevçûn hat jiyîn. Bi qasî ku hatiye zelalkirin di pevçûn û çalakiyan de 23 çete hatine kuştin. 
Hêzên me li gundê Sistik jî çalakiyek lidarxistin. Bi qasî hatiye zelal kirin di çalakiyê de 8 çete hatine kuştin. 

Dîsa li hember çeteyên ku li gundê Şêx Cuma yê li eniya başûr e bi şeklêk kom sekinîbûn çalakiyêk hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan çete hatine kuştin. Piştî di vê çalakî de 2 hevalên me ji yekîneyên xwe qût bûn.
Li eniya rojavayê Kobanê jî duh roj û şev êrîşên çeteyan rû dan, lê hemû li qadan derb li çeteyan hatiye xistin û bi dehan çete hatine kuştin."