3 endamên Kordînasyona Muxalefeta Sûriyeyê hatin revandin

3 endamên Kordînasyona Muxalefeta Sûriyeyê hatin revandin

3 endamên Desteya Kordînasyona Muxalefeta Sûriyeyê, li paytexta Sûriye Şamê hatin revandin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya Kordînasyona Muxalefeta Sûriyeyê Dr. Evdilezîz Xeyîr, Endamê Desteya Birêvebir a Kordînasyonê Îyas Eyaş û Endamê Kordînasyonê Mahîr Teham hatin revandin. Hate ragihandin ku hersê endamên kordînasyonê roja pênşemê ji Komara Çînê vegeriyan Şamê û dema bi wesayîtê ji balefirgehê diçûn bajêr, saet derdora 17.00'an de ji aliyê kesên nediyar ve hatin revandin.

Desteya Kordînasyona Muxalefeta Sûriyeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û bûyera revandinê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî revandinê desteya kordînasyonê ketiye nava hewldanan û bi seferatiyên gelek welatan û hêzên din re têkilî hatiye danîn, her wiha li derveyî welat jî hewldanên ji bo dîtina 3 kesan hatine meşandin, lê heta niha tu encam nehatine bidestxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ger ku zirarek bigihîje endamên wan, de ev zirar ji bo hemû gelên Sûriyeyê be û bang hate kirin ku 3 kes di zutirîn demê de bêne berdan û rewşa wan bê diyarkirin.

Hate hînbûn ku ji kesên hatine revandin Dr. Evdilezîz Xeyîr 14 salan di girtîgehên Sûriyeyê de maye û bixwe jî elewî ye. Hate gotin ku Îyas Eyaş jî, yek kesên bi bandor ên tevgera sosyalîst a Sûriyeyê ye.