3 girtiyên siyasî yên 50 roj in di greva birçîbûnê de ne rakirin nexweşxaneyê
3 girtiyên siyasî yên 50 roj in di greva birçîbûnê de ne rakirin nexweşxaneyê
3 girtiyên siyasî yên 50 roj in di greva birçîbûnê de ne rakirin nexweşxaneyê
Hat ragihandin ku rewşa 3 girtiyên siyasî yên Kurd ên ku 50 roj in li dijî binpêkirina mafên wan ên li girtigeha Qizil Hîsarê di greva birçîbûnê de xira bûye. Li ser vê yekê karbidestê rejîma Îranê pejirand ku her sê girtiyên siyasî yên Kurd rakin nexweşxaneyê.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, girtiyên bi navê Hamîd Ehmed û Kemal Melayî ji ber nexweşiya giran û Cemşîd Dêhqanîş jî ji ber ku li ser hişê xwe çûye hatîne rakirina nexweşxaneya Girtîgehê.
Doktorê Nexweşxaneyê jî ragihandin ku rewşa her sê girtiyan gelek nebaşe.
Her sê girtiyên siyasî yên Kurd ev 50 roj in ji ber rewşa nebaş a girtîgehê û binpêkirina mafên wan li girtîgeha Qizil Hîsarê dest bi gireva birçîbûnê kirîbûn.