3 jinên têkoşer li Efrînê hatin bibîr anîn
3 jinên têkoşer li Efrînê hatin bibîr anîn
3 jinên têkoşer li Efrînê hatin bibîr anîn
Têkoşerên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Zanist û Perwerdeyê ya Jinan ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Star ve bi beşdariya gelek jinan hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî Yekîtiya Star bi navê hemû jinên kantona Efrînê kuştina hersê têkoşer û siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz bi tundî şermezar dikin. Bêdengiya dewletên Ewropî ya di vê mijarê de hîn jî didome û kujer nehatine cezakirin.”
Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta hersê têkoşerên jin hate dayîn û wiha hate gotin: “Hemleya ku Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bi dirûşma ‘Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve’ daye destpêkirin û dê 6 mehan berdewam bike, wekî gavekê di pêkanîna soza me de ye.”
Di daxuyaniya bang li hemû rêxistin û saziyan hate kirin ku tevlî hemleyê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Em di kesayetiya hersê têkoşerên kurd de, hemû şehîdên jin û bi taybet şehîdên YPJ’ê yên wekî Silava, Bêrîvan, Zînda, Dîdar, Hêra, Jînda, Bêrîtan, Avesta, Roksan û Ronahî bibîr tînin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.